Tepkîya lı ber karîkatorên qırêj
Platforma Bawerî û Azadîyê a Dîyarbekırê: Pêxêmberê me kı bo me Muslumana Namûs-û Ekbere
PLATFORMA BAWERÎ Û AZADÎYÊ A DÎYARBEKIRÊ QARÎQATOR Û ÊRÎŞÊN QIRÊJ YÊN LI DIJÎ PÊXEMBERÊ ME HZ MÛHAMMED S.A.V ŞERMEZAR KIR.
Ji bo qarîqator û êrîşên qirêj ên li hember pêxemberême hz mûhammed tepkî û bertêk ji sazîyên sivîl ên îslamî bilin dibin.
Platforma bawerî û azadîyê ê dîyarbekirê bi beyanatêk medyayî wan êrîşên qirÊj şermezar kir.
Di beyanatê de hat îfadekirin ku kovara şarlî hebdoyê êrîşên li îslamê ji xwere kirine şîar û ji ber qarîqatorên ku 3 sal berê weşandibû li gelek deverên dunyayê û li ewrûpayê di çalakîyan de la’net lê hatîye barandin.
EV ÊRÎŞA QIRÊJ A LI HEZKIRYÊ XWEDA, PÊXEMBERÊ DAWÎN Û RÊBERÊ HEMÎ MUSLÛMANA HZ. MÛHAMMED (‘E.W.S) QETÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN. DI PARZEMÎNÊ DE KÎ BE ÇI BE BILA BE, HED Û HEQQÊ TU KESÎ TUNE LI PÊXEMBERÊ ME H.Z MÛHEMMED (‘E.W.S) HEQARETÊ BIKE. DI AZADÎYA FIKRÊDE CÎHÊ HEQARETA LI ÎSLAM Û MUQEDDESATÊN WÊ TUNEYE.
Di beyanatê de hat îfadekirin ku qûran û h.z mûhammed ji muslumana re namûs-û ekbere û kesê ku heqretê li pêxember bike weka ku heqaretê li hemî movatîya parzemînê bike.
Di beyanatê de bangî serokkomar jî hat kirin:
LAZIME KU BI TEVLÎ SEROKKOMAR, SEROKÊ MECLÎSÊ Û SEROKWEZÎR Û PARTÎYÊN SÎYASÎ Û SAZÎYÊN SIVÎL JÎ, LI VÊ REWŞÊ MUDAXALE BIKIN Û JI QEZETA CÛMHÛRÎYETÊ RE Ê KU LI MUQEDESATÊN MUSLUMANA HEQARET KIRÎYE GILÎKARBIN
(BANGAHEQ)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.