Teqîna li Hewlêr'êde du kesê mirî ji Bakurê Kurdistanê bûn

Teqîna li Hewlêr'êde du kesê mirî ji Bakurê Kurdistanê bûn

Piştî teqînê 2 kurdên Bakurê Kurdistanê bi navê Sadettîn Şen û Bûlent Onen nema xuyakirin, lê îro diyar bû ku ew herdu kesên ku mirine, ew herdu kes in.

Di teqîna duhî ya li nahiyeya Enkawa ya Hewlêrê de, 2 kes miri bûn ew jî ji Bakurê Kurdistanê bûn.
 

Duhî teqînek li nêzîk konsulxaneya Amerîkayê li nahiyeya Enkawa ya ser bi Hewlêrê ve pêkhatibû û di encamê de 2 welatiyên sivîl mir û 8ê din jî birîndar bûn.
 

Piştî teqînê 2 kurdên Bakurê Kurdistanê bi navê Sadettîn Şen û Bûlent Onen nema xuyakirin, lê îro diyar bû ku ew herdu kesên ku mirine, ew herdu kes in.
 

Sadettîn Şen û Bûlent Onen xelkê bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê bûn û li Başûrê Kurdistanê kar dikirin.


Malbatên wan ji Bakur hatine û dê termên wan bi xwe re bibin û li nexweşxaneya Amedê jî pişkinîna DNA ji wan re çêkin da ku ji wan piştrast bibin.
 

Ji ber şewata termên wan, zû diyar nebû ku ew herdu kesên mirî ew in.


Bavê Bûlent Onen ji Rûdawê re axivî û got ên ku karesata Enfalan anîn serê kurdan, duhî teqîn jî li Hewlêrê pêkanîn.




Sadettîn Şen



Bûlent Onen

Rûdaw

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.