Teşebusa lînçê li zilama ku keçika biçûk taciz kiribû hat kirin

Teşebusa lînçê li zilama ku keçika biçûk taciz kiribû hat kirin

DİYARBEKİR - Li Diyarbekirê taxiyan xwest ku xwediyê kafeya înternetê yê ku tê idîakirin keçikekê biçûk taciz kiriye lînç bikin û kafeya înternet ji teref gel ve hat texrîbkirin.

Hat idîakirin ku keçikekî 4-5 salî ji teref xwediyê kafeyekê înternetê R.Ç, (55) ve hatiye tacizkirin. Ji ber vî yekê taxiyan xwest ku xwediyê kafeya înternetê lînç bikin. Ji ber ku taxî pirr bi hêrs bûn kafeya înternet ji teref gel ve hat texrîbkirin.

Bûyer doh di derdora saetên sibê li Taxa Kaynartepeya girêdayê Navçeya Baglara Diyarbekirê di kolana 202 yemîn de qewimî. Bûyer piştî qêrkirina keçikê hat sehkirin. Dûvre mişterî û taxiyan xwest ku R. Çyê lînç bikin. Ji ber ku taxî pirr bi hêrs bûn kafeya înternet ji teref gel ve hat texrîbkirin.

Nişteciyên taxê yên ku ji ber vî yekê gelek hêrsbûbûn eşyayên elektronîk ên înternet kafeye texrîb kirin. Ji ber ku polês xwest vî yekê bide sekinandin di nabeyna polês û taxiyan de rageşî derket.

Hat dîtin dema ku polês dibêje “Heyfe wisa nekin” kom zêdetir bi hêrs dibe. Jinekê ya ku taxiye ji ber ku polês got “Heyfe wisa nekin” gelek hêrs bû û wek bertek ji polsê re wiha got: “Heke li ser vî înternetê avahî tunebûya dê min agir berdaya wir. Çawa kesê ku hewl dide tacizê keça 4 salî bike heyf e.”

Di derbarê mijarê de taxiyekî din jî wiha axivî: “Ev zilam çend sal e li vir e. Xweda dizane ku ev zilam heta niha çend kesan rehetsiz kiriye. Di van wextên dawî de neyîniyên wiha diqewime. Kesê ku îmana wî hebe wiha nake.” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.