“Tiştên ku em niyazmend in yekitî û pevretî ye”

“Tiştên ku em niyazmend in yekitî û pevretî ye”

DİYARBEKİR - Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz li navçeya Bismîlê ya Diyarbekirê bi STKyan re hat cem hev.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz û wek endamê GÎKê Abdulsamed Yalçin, Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu û Serokê Navçeya Bismîlê Alî Bîlmez li Bismîlê bi Saziyên Civakî yên Siwîl re hatin cemhev.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz piştî xwarinê di derbarê xebatên partiyê de agahî da û diyar kir ku di derbarê herêm geşedanên ku yên ku li erdnîgara Îslamê û li dijî Mislimanên Ewrûpayê çêdibin de daxuyanî da.

Yilmaz wiha axivî: “Em hemî li erdnîgara Îslamê mihtacê wehdet, yekitî û pevretiyê ne. Em vê yekê geh geh di platformên cûr bi cûr de tînin ziman. Hêza dijminên Mislimanan ji ber zêdebûna çek û jimara wan nîne. Her wiha bêquwetiya Mislimanan jî wek jimar kêmbûna Mislimanan nîne. Misliman wek jimar zêde ne lê pirsgirêkên me mezin in û Misliman pevre herket nakin. Îtifaqa wan a siyasî tune. Ji ber ku şiura wan a Umetê tune wehdetê ji dest dane. Ev lawaztiya me ye.”

“Ewrûpayî li pey hatina cemhem geriyan û dest bi hereketa bihev re kirin”

Yilmaz destnîşan kir ku damezrandina Yekitiya Ewrûpayê piştî şerên mezin hatiye damezrandin. Lewra wan ji şerên pêk hatibûn ders sitandin. Dûvre Yilmaz wiha pê de çû: “Sazkirina Yekitiya Ewrûpayê versiyona hişmendiya Umetî ya ku ev çendîn sal e em temenî dikin e. Çi qas hesletên xweş ên Mislimanan heye em lê mêze dikin ku dijminên wan van bi dest xistine û tetbîq dikin. Bi vê hêza ku pêk anîne perçeyên din ên dinyayê îstîsmar dikin. Welatên Yekitiya Ewrûpayê di Şerê 2 yemîn a Cîhanê de ji hev ji 60 milyonan zêde însan kuştin. Ev bûyer di dîrokekî nêzîk de qewimî. Lê Însanên Ewrûpayê canê xwe ji bîr kirin. Ji tiştên ku hatin serê wan ders sitandin.”

“Wek irq û mezhebî me perçe kirine û ji ser vê perçekirinê me îstîsmar dikin”

Yilmaz di derbarê perçebûna erdnîgara Îslamê û Mislimanan de wiha axivî: “Ewrûpa di nav xwe de dawî li pevçûnên şerê anî. Li Fransayê di encama şerê 30 salî de ji 2 irqan 100 hezar însan hatin kuştin. Ji vê yekê ders sitandin. Niha li Ewrûpayê şerê mezhebî tune. Ewrûpa ji vê yekê ders sitand. Wan dîtin ku pevçûna mezhebî zirarê daye wan. Hatin cemhev û niha heman rewşê fêm kirin û ji bo ku yekitiya me xera bikin hewl didin. Ewrûpa erdnîgara Îsamê perçe dike. Di nabeyna me de fitne derdixe. Di nabeyna me de sînor diyar dike. Halbûkê heta niha di nabeyna me de ev sînor tunebûn.”

“Pêwîst e ku em li pêkanîna rêyên yekitî û pevretiyê bigerin”

Yilmaz wiha pê de çû: “Rastî hatina cemhev a komên Îslamî yên jihev cûda yên hinek STKyan min hêvîdar dike. Yanê em çiqas tabloya bêhêviyê ji holê rakin dê hêviya me zêde bibe. Înşaellah dê rojekî Misliman yekitiya ku em hêvîdar in bidest bixin. Heke herkes di welatê xwe û erdnîgara xwe de rêvebiriyên xwe di derbarê yekitiyê de hişyar bike an jî li dijî tiştên ku zirar dide yekitiyê bibe dê bi herwechê yekitî pêk were.” (ÎLKHA)

 

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler