Trump bang li Rûhanî kir: Gefê li Amerîka nexwe!

Trump bang li Rûhanî kir: Gefê li Amerîka nexwe!

Serokê Amerîka Donald Trump li ser tweetîrê bersiva Rûhanî da û got: Careke din qetîyen gefê li Amerîka nexwe.

Donald Trumpê Serokê Amerîka li ser hisabê xwe ya medyaya civakî bersiv da Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî. Trump di parvekirina ku kir de wiha got: “Careke din qetîyen gefê li Amerîka nexwe.Heke na hûn ê jî wê êş û elema ku hinek kes di dîrokê de kişandine bikşînin. Em ê nebin ji wan welatên ku ji gotinên we yên derbarê mirin û şiddetê de. Haya xwe ji xwe bike.”

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanîyê ku di niştina temsîlkarên Îranê yên li derveyî welêt de axavtinek kiribû derbarê pêwendîya di navbera Îran û Amerîka de nirxandinan kiribû û destnîşan kiribû “Îro bi Amerîka re gotûbêj kirin tê wateya teslîmbûna milletê Îran û bi dawî bûna bidestxistîyan. Em zilamê şerefê ne û di temamê dîrokê de bûne ewlehîkarê tengava li heremê ne. Ey Trump! Bi dûvê şêr nelîze, ew ê tu poşmam bibî.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.