Trump: Em ê nebin teref!

Trump: Em ê nebin teref!

Serokê Amerîkayê Donald Trump derheqê geşedaniyên ku Kerkukê rû didin de diyar kir “Em ê di vê mijarê de nebin teref.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump, Berdevkê Wezareta Karên Derve Heather Nauert, Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYê  Stephane Dijarric, Temsîlkarê Bilind ê Polîtîqayên Derve yê Amerîkayê Federîca Mogfherînî derheqê geşedanên ku li Kerkukê rû didin de daxuyanî dan.

Trumpê ku derheqê mijarê de nirxandinan kir diyar kir ew ê dewleta wî dê derheqê wan geşedaniyên li Kerkukê de nebe teref.

Donald Trump di daxuyaniya ku li Qesra Spî da rojnamegeran de wiha got: “Amerîka nerazî ye ku Kurd û Bexday li hev nakin. Em wek îdareya Amerîkayê di navbera Kurdan û Baxdayê de sef û terefê nagirin.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve Heather Nauert jî di daxuyaniya nivîskî ya ku belav kir de derheqê geşedaniyên ku Kerkukê de diyar kir “Em geşedanan ji nêz ve dişopînin. Amerîka ji wan tiştên ku li Kerkukê diqewimin bikar e. Divê hemû teref aktîvîteyên xwe yên eskerî bi kordîne bikin û divê sukûnetê tesîs bikin.”

Nauert di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew piştgiriyê didin hewildanên aştiya hevpar a li heremên bi nîqaş û dû re wiha pê de çû: “ Em bi şiddet teklîfî wan terefan dikin da ku neyên ‘provakasyonên dijminên Iraqê’ yên ku dixwazin pevçûn qewmî û dînî derbixin. Nexasim ji bo DEAŞ ji holê bê rakiri gelek tiştên ku dibe bên kirin hene.  Ew rageşiya di naveyna hêzên Kurdan û Iraqê de tesîrê li vê yekê dike. Amerîka dê bo DEAŞ têk biçe digel Iraqê xebatên xwe bide domandin.”

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYê  Stephane Dijarric jî derheqê mijarê de diyar kir divê di navbera Hewlêr û Baxdayê de rasterast gotûbêj hebe.

Ji bilî van piştî ku artêşa Iraqê xalên girîng ên Kerkukê bi dest xist Yekîtiya Neteweyan jî daxuyaniyek belav kir û diyar kir divê dawî li şiddete bê anîn û divê gotûbêj bê kirin.

Temsîlkarê Bilind ê Polîtîqayên Derve yê Amerîkayê Federîca Mogfherînîyê ku şeva duşemê bi Serokwezîrê Iraqê Îbadî  re hevdîtin kir derbarê mijarê de diyar kir di hevdîtinê de banga “divê dawî li şiddete bê anîn û divê gotûbêj bê kirin.”

Kerkuk jî di nav de di wê referandûma ku di 25ê Îlonê hat kirin de ji sedî 92 dengên erê derket û ev yek di navbera Hewlêr û Baxdayê de bû sedema rageşiyê. Artêşa Iraqê roha duşemê dest danîbû li ser avahîya walîtiyê û balafirgehên leşkerî.

Ji bilî van tiştan Almanya  ji ber rageşiya di navbera Hewlêr û Baxadayê de wê perwerdehiya Pêşmergeyan ê ku “di bergeha  mucadeleya bi DEAŞê de” dihatin perwerdekirin  roja înê da sekinandin.

 Serokê Sererkaniyê yê Almanyayê Volker Wieker derbarê mijarê de diyar kir ji ber  tiştên ku diqewimin perwerdehiya Pêşmergeyan ê ku “di bergeha  mucadeleya bi DEAŞê de” dihatin perwerdekirin  roja înê hatiye sekinandin.

Wieker diyar kir ev qerara di encama îstîşareya ku hat kirin de hatiye dayîn.

Weke ku tê zanîn îro borî birêveberiya Baxdayê ultîmatonek dabû Hewlêrê da ku ji Kerkukê vekişe, piştî vê ultîmatonê  artêşa Iraqê operasyon dabû destpêkirin û di encama operasyonê de avahîya walîtiyê, baregaha eskerî û sehaya petrolê xist bin kontrola xwe.

Piştî van geşedaniyan di çapemeniya Almanyayê de hat nîşankirin sekinandina perwerdehiya pêşmergeyan ji ber bêterefbûnê ye.

Kontrola Şingalê di destên hêzên ku girêdayê hikûmeta navendî ya Iraqê de ye

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di wextên şeveqê de artêşa Iraqê, polêsên federal û hêzên mîlîs ketin navenda Şingalê Hat hînbûn Pêşmerge vekişiyaye û pevçûn qet derneketiye.

Ji bilî van hat hînbûn hêzên leşkerî yên girêdayê Baxdayê ketine navenda Mahmûra navçeya Mûsulê û Pêşmerge ji vê  heremê jî vekişiyaye. Her wiha hat hînbûn li Kerkukê rewş sakîn e, lê belê xelk bi fikar e.

ÎLKHA


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.