Trûmp Netanyahû derewand

Trûmp Netanyahû derewand

Serokwezîrê şebeka terorê Netenyahû destnîşan kiriribû ku wê Emerîka balyozxaneya xwe di nava salekê de neqlî Qudsê bike. Li ser vê yekê ji teref Serokê Emerîka Trûmp ve Netenyahû hat derewandin.

Serokwezîrê şebeka terorê Netenyahû destnîşan kiribû ku wê Emerîka di nava salekê de balyozxaneya xwe neqlî Qudsê bike. Lê belê ev yek ji feref Serokê Emerîka Doland Trûmp ve ev gotin hat derewandin.

Di warê gotinên Netenyahû de Serokê Emerîka Trûmp di hevpeyvîna da Reûtersê de li ser pirsek: “Heta dawîya vê salê? Trûmp bersiv da û got: “Em li ser senaryo yên cûda diaxivin. Bi rastî ez vê yekê nafikirim.”  

Serokwezîrê çeteyên sîyonîst Netanyahû di dema zîyareta Hîndîstanê de pirsên rojnamevanan bersivand û got: “Neqilkirina balyozxaneya Emerîka bal Qudsê ve li gor min wek hûn difikirin zûtir wê çêbibe. Ji niha û pê de wê di nava salekê de neqilkirin bê temam kirin.”

Serokê Emerîka Doland Trûmp mehek berê Quds wek paytextê sîyonîstan naskiribû. Ev biryara Trûmp di serîde li dewletên Misliman û bi gelemperî jî li temamê dinyayê wek nerazîbûn û bertek hatibû nîşandan.

Dewletên beşdarî dengdayîna komcivîna ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hat kirin bertek nîşanî biryara Emerîka da û xwestin ku vê biryara xwe paşve bikşîne.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.