“Tu eleqeya PKKê bi Kurdbûnê tune ye”

“Tu eleqeya PKKê bi Kurdbûnê tune ye”

Serokê Komeleya Sûrîyeya Xweser Temo destnîşan kir PKK temsîlkar û parastvanê Kurdan nîne û got “Tu eleqeya PKKê bi Kurdbûnê tune ye.”

Abdulazîz Temoyê ku Serokê Komeleya Sûrîyeya Xweser e û birayê siyasetmedarê Kurd Mîşel Temoyê ku di sala 2011an de  ji teref YPG/PKKê ve hat kuştin e, destnîşan kir ji roja ku PYD hatiye damezrandin vir ve bûye piştgirê rejîma Sûrîyê û pê re hereket kiriye û zirara herî mezin daye Kurdan.

Wan rojên borî li Entabê  bi beşdarbûna Efrînîyan “Kongreya Rizgarîya Efrînê” hat tertîpkirin. Evdilezîz Temoyê ku beşdarî vê kongrê bû ji ÎLKHAyê re axivî û derbarê mijarên girîng de nirxandinan kir.

Evdilezîz Temoyê ku Serokê Komeleya Sûrîyeya Xweser di axavtina xwe de diyar kir PKK/PYD ev bû 7 sal ku li Efrînê zilmê li xelkê dike û dixwaze ji xwe re Qandîlên nû ava bike , lê ew ê xelkê Kurd ji vê yekê destûrê nede.

Temo di berdewama axavtina xwe de diyar kir PKK/PYD çawa ku li Tirkîyê zirara herî mezin dide Kurdan, bi heman awayî li Sûrîyê jî zirara herî mezin dîsa dide Kurdan û tu eleqeya PKK bi Kurdbûnê tuneye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dizanin ku PKK di sala 1984an de li Sûrîyê bi cî bû. Tu eleqeya PKKê bi Kurdbûnê tune ye û em dizanin pêwendîya wî bi kî re heye. PKK dixwaze ku zirarê bide xelkê Kurd.”

“PKK dixwaze ku zirarê bide xelkê Kurd”

Temo di berdewama axavtina xwe de diyar kir PKK/PYD ji sala 2012an vir ve gelek xort û siyasetmedarên Kurd qetil kir û Mîşel Temoyê ku kekê wî ye jî di nava wan kesên ku ji teref PKKê ve hatine qetilkirin de ye. Temo dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me zirara wan a ewil li hember Kurdên Sûrîyê di sala 2012an de dît.Ji sala 2012an vir ve gelek xort û siyasetmedarên Kurd şehîd kirin. Gelek zirarê mezin dan me Kurdan.Di 4 salan de xwîna zêdetirî 15 hezar xortên Sûrîyeyî rijandin. PKK dixwaze ku zirarê bide xelkê Kurd. PKK dixwaze ku Kurdên Sûrîyê berde li se Tirkîyê û bi wan êrîşan bide kirin. Kurdên Sûrîyê ne dijminên Tirkîyê ne û Tirkîye jî ne dijminê Kurdên Sûrî ye.”

 “Em Kurdên Sûrîyeyî be, em ne PKKyî ne”

Temoyê ku di berdewam axavtina xwe de diyar kir “PYD ji Kurdan xeracê distîne, xortan binçav dike, wan dikuje” dû re axavtina xwe wiha domand: “Ev kes çawa ku li Tirkîyê zirarê dan Kurdan, bi heman awayî zirarê dan Kurdên li Sûrîyê jî. Dixwazin ku Kurdên li Sûrîyê di şer de bişewitînin. Em nizanin, gelo ev çi dixwazin? Em Kurdên Sûrîyeyî be, em ne PKKyî ne. Ger PKK bibêje ‘Ez mafên Kurdan dixwazim’ wê demê ew girtîyên di zindanên Efrînê de li kû ne? Ew siyasetmedarên Kurd ên Sûrîyeyî yên ku ew xistibûn zindanan li kû ne? Siyasetmedarên Kurd kuştin û nehiştin ku bijîn. Ew dixwazin ku bes ew hebin û îdeolojîya xwe belav bikin. Ew bi kantonan dixwazin ku Qandîlên nû ava bikin. Derdê wan parastina mafên Kurdan nîne.”

 “PKK tahrîbatên gelek mezin kir”

Temoyê ku diyar kir niha Sûrîye bûye kavil û xopan, di berdewama axavtina xwe de derbarê rewşa dawî ya li Sûrîyê de wiha axaivî: “ Em wek gelên Sûrîyê dixwazin digel hev bijîn. PKK tahrîbatên gelek mezin kir. Amerîka ji hezar kîlometre dûrahî tê û li wê derê destekê dide wan. Amerîka PKKê wek çekeke di destê xwe de bi kar tîne. 900 kîlometre sînora Tirkîyê bi Sûrîyê re heye. Di warê micadeleya bi terorê de Tirkîye heqdar e. Tirkîye heqdar e ku sînor û xelkê xwe biparêze. Ji me re jî bû alîkar. Em dixwazin ku li Sûrîyê temamê bajarên Kurdan ji terorê rizgar bibin.”

 “Ew ê ev şoreş dewam bike û dê ev rejim biçe”

Temo di dawîya axavtina xwe de diyar kir Kurdên Sûrîyê parçeyeke wê şoreşa li Sûrîyê ne û ev 7 sal e ku demajoyeke şoreşê li Sûrîyê berdewam dike. Temo dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Hetanî ku rejîma Baas neçe ne Kurd, ne Ereb û ne jî kesekî din bagihije mafên xwe . Ew ê ev şoreş dewam bike û dê ev rejim biçe. Em tiştên ku li Xuta, Îdlîb, Halep û li wan cihên din kirine dibînin. Em gelekî ji  Sûrîyê hez dikin. Alewî, Mesîhî, Durzî, Êzîdî tev dewlemendîya Sûrî ne.”

ÎLKHA




 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.