Tu kes bi qasî Yûsifîyan zêde di girtîgehê de neman

Tu kes bi qasî Yûsifîyan zêde di girtîgehê de neman

Di daxuyanîya çapemenîyê ya ku ji teref Înîsîyatîfa Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê ve hat tertîpkirin de hat destnîşankirin heta niha tu kes bi qasî Yûsifîyan di girtîgehan de nemane û banga edaletê hat kirin.

Ji teref Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê ve li Parka Ataturkê ya Kuçukçekmeceya Stenbolê daxuyanîya çapemîyê hat tertîpkirin.Di daxuyanîya ku hat dayîn de bal hat kişandin li ser neheqî, bêhiqûqîya ku tê kirin û mexdûrîyeta mehkûmên Yûsifî û malbatên wan.

“Exlebeyê hakimên van dozên 28ê Sibatê niha hatine girtin”

Berîya daxuyanîya çapemenîyê  Cemal Çinarê Serokê Şaxa Stenbolê yê Cemîyeta Mustazafan axavtinek kir. Çinar di axavtina xwe ya ku kir de derbarê mijarê de wiha got: “Êdî tu gotin nema ku em derbarê qerarên 28ê Sibatê de bibêjin. Bi delîl û îsbatan derket holê ku mexdûr bêsûc in û heqdar in. Ew dozên mexdûrên doza 28ê Sibatê ne hiqûqî ne, êdî dirûveke exlaqî girtine li ser xwe.  Em ji vê derê bang li Serokomar, meclîs û temamê kesên ku parastina  mafên însanan dikin, dikin!  Bila dilê piçekî li ser wan însanên ku ev dû zêdetirî 20 salan di girtîgehê de ne bişewite. Encax însan xwe bixin şûna wan kesên ku hatine mexdûrkirin dikare bi edalet hukum bike. Qiyasa wê nefs û mîzana wê edalet e. Ne tenê ev însan bi heman awayî malbatên wan jî hatine mexdûrkirin. Exlebeyê hakimên van dozên 28ê Sibatê niha hatine girtin. Muheqqeq divê ev birayên me bên berdan. Em bang li temamê kesên xwedî selahîyet in dikin.”

 “Hûn ê darbekeran mehkûm bikin, lê belê hûn wan kesên ku ji teref wan ve hatine mexdûrkirin nebînin”

Dû re Elî Bozkurtê Endamê Eshab-Derê metna daxuyanîya çapemenîyê xwend. Bozkurt di daxuyanîya ku xwend de diyar kir  ew kesên ku Yûsif avêtine çalê û zindanan baqî nemane û dû re wiha li got: “ Ewna ew Yûsifî ne ku bi daraza bi talîmat a 28ê Sibatê û ji teref hêmanên FETO ve ev bû 20-25 sal di girtîgehê de tên girtin. Tesîra wê darbeya 28ê Sibatê ya ku dihat gotin ew ê hezar sal berdewam bike hêju di roja me de tesîra xwe nîşan dide. Hûn ê darbekerên 28ê Sibatê mehkeme bikin û wan mahkûm bikin; lê belê hûn ê wan Mislimanên ku ji teref wan ve hatine mexdûrkirin nebînin û heqê wan ji wan re îade nekin. Hûn ê ji wan kesan re bibêjin polês, hakim, dozger û leşkerê FETO  û terorîst; lê belê hûn ê wan kesên ku ji teref wan ve wek terorîst hatine binavkirin û hatine mehkûmkirin nebînin û hûn ê wan di heman zindanê de bigirin. Hûn ê ji ber ku qerarên adil û bêteref nedane mehkemên DGMyê bigirin; lê belê hûn ê qerarên wan mehkemeyan betal nekin. Ev yek nikare bê îzahkirin û parastin.”

Bozkurt di berdewama daxuyanîyê de wiha got: “Gelo hûn zen dikin ew tiştên ku tên serê mexdûran di dîrokê de nayên nivîsandin! Tu kes heta niha bi qasî Yûsifîyan di girtîgehê de neman. Em dixwazin ku edalet tecellî bike û heq cihê xwe bibîne.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler