“Tu kes li me xwedî derneket”

“Tu kes li me xwedî derneket”

Malbatên 6 kesên ku di êrîşa bombeyî ya ku ji teref PKKê ve li Çinara Diyarbekirê hat kirin de jiyana xwe ji dest dan destnîşan kirin digel 2 sal ji ser êrîşê derbas bûbin jî tu kes li wan xwedî derneket û tên mexdûrkirin.

Berî vê 2 salan ji teref PKKê ve li Çinara Diyarbekirê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat kirin û di êrîşê de gelek kesên siwîl ku zarok jî di nav de bûn hatin qetilkirin. Malbatên Loqman Açikgoz û zarokên wî û  malbata Murat Alper Açikgoz û Ecrîn Açikgozên ku di êrîşa bombeyî ya ku ji teref PKKê ve li Çinara Diyarbekirê hat kirin de jiyana xwe ji dest dan destnîşan kirin digel 2 sal ji ser êrîşê derbas bûbin jî tu kes li wan xwedî derneket û tên mexdûrkirin.

Halîme Açikgoza dêya Loqman Açikgoz derbarê mijarê de diyar kir digel ku 2 sal ji ser êrîşê derbas bûbin jî tu kes li wan xwedî derneketine û lenet ji kesên ku êrîşê li dar xistine anî.

Dê Açikgoz  di berdewama axavtina xwe de diyar kir bi çek û bombeyan êrîşî me kirin û me kuştin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Du sal ji ser êrîşê derbas bûn, lê hêj tu kes li me xwedî derneket. Malên me xera kirin, canên me şewitandin. Ev tiştê ku wan kir gawuran bi xwe jî nedikirin. Xweda heqê me ji wan re nehêle. Ez ê digel 7 zarokên xwe ji van deran biçim derveyî welat. Ger ez biçim welatên gawuran ez nikarim li wan deran jî bijîm. Tu kes ji me pirs nake ka hûn birçî ne, nexweş in?  Du nexweşên me hene û rewşa wan nebaş e. Em her roj dimrin. Ên di qebrê de di bin axê de ne, lê kesên sax dirizin, dîn bûne.”

Nîzam Açikgozê kekê Loqman Açikgoz û Umran Açikgoza jinbira Loqma Açikgoza ku di êrîşa PKKê de hat qetilkirin jî derbarê mijarê  de diyar kirin dema ku ew wan naskirîyên xwe yên ku ji teref PKKê ve hatin qetilkirin difikirin êşên wan zêdetir dibe û lanet li PKKê anîn.       

 Serokê Navçeya Çinarê yê AK Partîyê  Mehmet Alî Arzu jî derbarê mijarê de qala şeva teqînê kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Berî vê 2 salan dema ku bombe hat teqandin ez ji wan kesan bûm ku çû cihê bûyerê. Avahî seranser dişewitî. Dema ku ez gihaştim wê derê me xeber da îtfayê. Lê îtfayê piştî nîv seatî hat. Min 6 kesan ji avahî derxistin û wan xelas kir. Îtfaye wezîfa xwe baş nekir, kêmasîyên wan hebû.”

Di 13ê Çileya sala 2015an de şeva Çarşemê  PKK li Çinara Diyarbekirê bi 2 teqemenîyê êrîşek li dar xist û 6 kesên ku di nav wan de zarok û pîrek jî hebûn hatin qetilkirin û 39 kes jî birîndar bûn.

ÎLKHA






















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.