“Tu tişt ji hînbûna heyata Pêxemberê me re ne asteng e”

“Tu tişt ji hînbûna heyata Pêxemberê me re ne asteng e”

Kesên astengdar ên ku beşdarî Îmtîhana Sîyerê ya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hat tertîpkirin bûn destnîşan kir tu asteng ji hînbûna jiyana Hz. Muhammed re ne asteng e.

Doh ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li 75 navendan bi beşdarbûna 300 hezar kesan Îmtîhana Sîyerê ya bi navê “Wî bixwîne û wek Wî bijî” hat tertîpkirin. Kesên astengdar ên ku seqet in û digel halê xwe yê seqet beşdarî îmtîhanê bûn derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivîn û destnîşan kirin tu asteng ji hînbûna jiyana Hz. Muhammed re ne asteng e.

Kesa bi navê Cemîle Guzel a ku beşdarî îmtîhanê bûbû derbarê mijarê de diyar kir li ber hînbûna jiyana Hz. Muhammed tu tişt ne asteng e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di jiyanê de tu tuşt nikare bibe asteng ku em dînê xwe, hayata Pêxemberê xwe hîn bibin û dîsa tu tişt nikare bibe asteng ku em exlaqa Hz. Muhammed bigrin li ser xwe. Ez ji hevalên xwe rica dikim bila di vî warî de hewil bidin. Dema ku min serî li îmtîhanê da di serê min de jî wek yên wan hevalên din hinek pirs çêbûn. Weke gelo di warê veguhastinê de em ê zehmetîyê bikşînin an na?  Ji ber vê yekê jî divê avahîyên li gor kesên astengdar bên hilbijartin ku heqîqeten kesên rayedar li vê yekê dîqqet kiribûn û baş bû.”(ÎLKHA)
























 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.