Tûgayên Qessam, di roja 118emîn de bi wesayîtên îşxalê re rûbirû dibin û îmhekirina wan didomînîn

Tûgayên Qessam, di roja 118emîn de bi wesayîtên îşxalê re rûbirû dibin û îmhekirina wan didomînîn

Tûgayên Qessam, bi hêzên sîyonîst ên ku hatine gelek cepheyan re di roja 118emîn de micadeleya xwe didomînin, wesayît û leşkerên îşxalê îmhe dikin.

Qessam di roja 118mîn de operasyona Tofana Eqsayê didomîne.

Hat îfadekirin ku Qessam, li Xezzeyê heta niha 561 efser û leşkeran kuştîye, herî kêm 2 hezar û 812 îşxalkeran jî birîndar kirin.

Ji teref Qessam ve derheqê operasyonê de vîdeoyên nû hatin parvekirin.

15:14 | Tûgayên Qessam komekî leşkerên îşxalê ên ku li rojavaya Xan Yûnisê di nav xanîyekî de barîqetan çêkiribûn, bi topên TBG ên ku hatine biqewetkirin hedef girt û wan kuşt û birîndar kir.

15:25 | Tûgayên Qessam, li rojavaya Xan Yûnisê bûldozerekî leşkerî yê D9an bi guleyên Tendemê îmhe kir.

16:52 | Mîcahîdên me dema ku ji xetên herbê vegerîyan; li alîyê Taxa Şêx Ridwanê 3 wesayîtên sîyonîstan bi roketên Yasîn 105an hedef girtin.

16:58 | Tûgayên Qessam, bi topên hewanê ên ku kalîbreya wan giran e mewzîyên dijmin ên li rojhilata Xezzeyê îmhe kirin.

17:11 | Micahîdên me dema ku ji xetên mewzîyê vegerîyan wesayîtekî aîdê Qolordîya endezyarî ya sîyonîstan bi roketa Yasîn 105an hedef girt.

17:30 | Tûgayên Qessam, li Taxa Zeytûna ku li başûrê Xezzeyê ye 3 ÎHAyan bidestxistin.

Di heman demê de Serîyyeyên Qudsê jî diyar kirin ku micahîdên wan dema ku ji xeta herbê vedigerîyan wesayîtekî ku personelan bar dikir bi guleyên Tendomê hedef girtine û di mesafeyên sifirê de bi terorîstan re ketine nav pevçûnê, di encama van bûyeran de gelek kesan kuştine û birîndar kirine.

Serîyyeyan di nav rojê de jî mewzîyên sîyonîstan bi topên hewanê bombe kirin.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.