Umet bendewarê vê menzerê ye

Umet bendewarê vê menzerê ye

Midûrê Weşana Giştî yê Rojnameya Dogruhaberê Mehmet Goktaş di niştina 2 yemîn a bernameya ku ji teref Îttîhad’ul Ulemayê ve hat lidarxistin bû. Goktaş ragihand ku Umet bendewarê vê menzerê ye.

Midûrê Weşana Giştî yê Rojnameya Dogruhaberê Mehmet Goktaş di niştina 2 yemîn a bernameya ku ji teref Yekitiya Alim û Medresan (Îttîhad’ul Ulema) ve hat lidarxistin bû. Goktaş destnîşan kir ku Umet bendewarê vî menzerê bûne.

Midûrê Weşana Giştî yê Rojnameya Dogruhaberê Mehmet Goktaş bal kişand ku ew ji civînên li ser navê Umetê dê li New York û Lozanê werin lidarxistin qebûl nakin. Her wiha Goktaş diyar kir ku xelasiya Umetê bes di van civînan de pêk tê.

Goktaş diyar kir ku niha ew civîn yekî ji wan dîmênên ku xweşê Xweda biçe pêk hatiye. Dûvre Goktaş wiha pê de çû: “Ev civîneke ku Umet bi hesret dixwest bibîne ye. Diyarbekir gelek dîmenên wiha dîtiye. Di heyamên zehmet de jî Diyarbekir di qadên Îstasyon û Newrozê de gelek dîmanên ku xweşê Xweda biçe dîtiye. Umet bendewarê vê menzerê ye. Umet civînên li ser navê Umetê dê li New York û Lozanê werin lidarxistin qebûl nake. Xelasiya Umetê li vir e.”

“Divê ku Ulema derkeve meydanan”

Goktaş belav kir ku çavê Umetê liv an civînan e. Goktaş wiha destnîşan kir: Ji wezîfan yekî yê vî  Pêxemberê ew e ku per û baskên xwe yên rehmetê li ser Umetê vekir. Wî Mislimanan di hîcret û cengê de diparêziya. Ew yek îro tune. Hûn nakevîn şîna wî. Nexwe dê kî wî Pêxemberê temsîl bike? Gelo dê zalim û xeddar vî yekê bikin? Çavê Umetê li we ye û li per û baskên we yên germ e. Xelasiya Umetê di bin balafirên DYE, Ûris û Fransayê de nîne. Ji ber vî yekê divê ku Ulema derkevin qadan. Bi îzna Xweda xelasî dûr nîne.” (ÎLKHA)








 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler