Ummet divê di vê meha Muharremê de hişyar bibe

Ummet divê di vê meha Muharremê de hişyar bibe

Mela Mistefa Durgunê endamê Îttîhadul Ulema derheqê meha Muharrem û roja aşûrê de nirxandinan kir û diyar kir ummet divê di vê meha Muharremê de hişyar bibe.

Mela Mistefa Durgunê endamê Yekîtiya Medrese û Aliman  ji ber minasebeta meha Muharremê  nirxandinan kir. Mela Durgun di nirxandina ku kir de diyar kir meha Muharremê di dîroka Îslamê de meha ewil e, di vê mehê de Hz. Huseyîn hatiye şehîdkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Meha Muharremê meheke bi qedr û qiymet e.Di wê rojê de gelek hewadîs pêk hatine. Hûn jinek ji wan dizanin; wek rizgariya Hz. Mûsa û xeniqîna Fîrewn di Behra Sorik de. Divê di vê mehê de rojî bê girtin û îbadet gelek zêde bê edakirin. Roja aşûrê 10emîn roja Muharremê ye. Ji bo ku em li dijî cihûyan muxalefetê bikin di 9, 10 û 11emîn rojên  Muharremê de rojî digrin.  Divê em di warên din de jî muxalefetê wan bikin. Lewra tesîreke wan mezin li ser dinyayê heye. Nexasim bi teknolojiyê ciwaniyê êsîr girtine. Ciwanî divê li dijî hîle û dek û dolabên wan hişyar bin û xwe neşibehînin wan. Madem Pêxemberê me li wan muxalefet kiriye, divê em jî riayetî sunnetê bikin li dijî cihûyan li ser piyan bisekinin û ji wan re muxalefetê bikin.”

 “Kerbala dîroka serîhildana mezlûman a li dijî zaliman e”

Durgun di berdewama axavtina xwe de qala hewadîsa Kerbalê ya ku di meha Muharremê de pêk hatiye kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Iraqiyan(Kûfe) Hz. Huseyîn dawet dikin, li gor rîwayetekî 70 hezar name ji Hz. Huseyîn re bi rê dikin. Hz. Huseyîn ji be vê yekê qerarê dide û bi rê dikeve. Li cihê ku jê re Kerbela tê gotin artêşa Iraqê li hember disekine û jê re îxanet dikin. Pêşî wî dawet dikin û dû re jê re îxanet dikin û wî li Kerbelayê şehîd dikin. Kerbala xala wergerê ye. Kerbala dîroka serîhildana mezlûman a li dijî zaliman e. Divê em jî li dijî nefs, şeytan û hêzên îstîkbarên mezin serî hilbidin.”

Durgun di dawiya axavtina xwe de diyar kir divê em wek ummetê di meha Muharremê de li hev xwedî derkevin û hev dû hemêz bikin. Durgun dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Divê ummet di roja Kerbalayê de, di meha Muharremê de hişyar bibe û di bin ala Laîlahaîllallah de li hev kom bibe.”

ÎLKHA







HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler