UNICEF: Jiyana zêdetirî 320 hezar zarokên Arakanî di bin xeterê de ye

UNICEF: Jiyana zêdetirî 320 hezar zarokên Arakanî di bin xeterê de ye

Ji teref UNICEFê hat destnîşankirin jiyana zêdetirî 320 hezar zarokên penaberên Arakanî yên ku xwe spartina kampên li Bangledeşê di bin xeterê de ye.

UNICEF derbarê malbatên Arakanî yên ku ji ber êrîşên hovane û wehşiyane yên çeteyên Bûdîst û artêşa Myanmerê xwe spartine herema Cox’s Bazaara Bangladeşê de û derheqê şert û mercên jiyana wan de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku hat belavkirin de hat destîşankirin her heftî 12 hezar zarokên Arakanî ji naçarî derbasî Bangledeşê dibin.

Di raporta bi navê “Zarokên penaberên Arakanî bi dahatûyeke tehlûke re rû bi rû ne” ya ku ji teref UNICEFê ve hatiye weşandin de hat diyarkirin zarokên penaberan di war û cihên qelebalix de dimînin. Digel alîkariyên ku tên kirin  pêdivî û îxtiyacên sereke û bingeh ên zarokên penaberan nayên tedarikkirin.

Hat tespîtkirin di wan zarokên ku di kampan dimînên de ji ber xwarina ne kafî nexweşî peyda dibin û ji wan dayikên ducanî û zarokan re xizmet nikare bê dayîn. Her pêwîst e ku bo zarokên ji şiddetê re bûne şahid re destek bê dayîn.

Di daporê de her wiha hat diyarkirin di wê derdora kaotîk û ne lihev de kesên ku qeçexçîtiya însanan dikin dikarin  li gor emel û armancên xwe zarokên penaberan bi kar bînin.

Di berdewama raportê de hat diyarkirin divê dawî li wê wehşeta li Arakanê ya ku tê de siwîl tên hedefgirtin bê anîn û divê ji wan zarokên ku ji şiddetê tesîrdar bûne re xizmet bê kirin.  Di raporê de hat diyarkirin xeber ji wan zarokên Arakanî yên ku li Eyaleta Bakur a Arakanê ne nayê girtin û divê ji wê qeyran ku heye re çareyeke mayînde bê dîtin.(ÎLKHA)


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.