Walîtîya Diyarbekirê derheqê şaredarîya HDPyî de gilîdar bû

Walîtîya Diyarbekirê derheqê şaredarîya HDPyî de gilîdar bû

Digel qerara Walîtîyê Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekirê tabeleya ku navê Îyaz bîn Xanem lê bû guhart. Ji ber vê yekê Walîtîya Diyarbekirê derheqê şaredarîya HDPyî de gilîdar bû.

Hat ragihandin digel qerara Walîtîyê Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekirê tabeleya ku navê Îyaz bîn Xanem lê bû guhart. Ji ber vê yekê Walîtîya Diyarbekirê derheqê şaredarîya HDPyî de gilîdar bû.

Di dema qayyûma ku ji teref Wezareta Karên Hundir ve hatibû wezîfedarkirin de navê Îyaz Bîn Xanemê ku fermandarê fetha Diyarbekirê bû li kolana ku nû hatibû vekirin hatibûn dayîn. Şaredarîya HDPyî cardin dijmintîya xwe ya li hember Îslamê û nirxên Îslamê nîşan da û tabelaya kolana ku navê Îyaz Bîn Xanem lê hatibû dayîn guhart û navê hukumxwarê PKKyî yê bi navê Dr. Îlhan Dîken da kolanê.

Walîtîya Diyarbekirê vê qerara ku ji teref Şaredarîya Bajêra Mezin ve hatibû dayîn red kiribû; lê belê digel vê redkirinê şaredarî doh êvarî navê kolanê guhart. Ji ber vê yekê Walîtîya Diyarbekirê di wextên şeveqê de wê tabelaya nû ya ku ji teref şaredarîyê ve hatibû amadekirin ji cihê wê rakir.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.