1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Walî Koçak: Operasyonên li Nisêbînê ber temambûnê ve diçe
Walî Koçak: Operasyonên li Nisêbînê ber temambûnê ve diçe

Walî Koçak: Operasyonên li Nisêbînê ber temambûnê ve diçe

MÊRDÎN - Waliyê Mêrdînê Omer Faruk Koçak destnîşan kir ku operasyonên li navçeya Nisêbîna Mêrdînê berdawîbûnê ve diçe.

A+A-

Walî Omer Faruk Koçakê ku tayîna wî derket Aydinê di derbarê tayîna xwe û operasyonên li Nisêbîna Mêrdînê de daxuyanî da.

Walî Koçakê ku 17 meh li Mêrdînê wezîfedar bû destnîşan ku di pêvajoya walîbûna xwe ya li Mêrdînê de qet xwe wek biyanî nedîtiye û zehmetî nekişandiye. Her wiha Walî di derheqê operasyonên li Nisêbînê de axivî.

Walî wiha belav kir: “Mêrdîn ji ber ruh û nasnameya xwe bajarek wisa ye ku her dem dikene û mirov hembêz dike. Mêrdîn, kesên ku ji bo gerê, xizmet ab jî ziyaretê tê vir hembêz dike. Sedema vî yekê jî ew e ku bajarê Mêrdînê navenda çandane, gelên ku baweriya wan cuda ne û civakek ku bi hev re dijîn e. Ev êdî wek nasname cî girtiye û bi vî nasnamê tê nasîn. Pirsgirêka vî derê bes ew bû  ku tekoşîn bi rêxistina terorê re dihat kirin. Ev tekoşînek nexweş bû. Ev pevajoyekê wisa bû ku canê herkesê dişewitand û gelê me mexdûr dikir. Înşeallah em ber qedandina vî yekê ve diçin. Me li 2 navçeyên xwe zehmetî kişandin. Me berê 2 navçeyên (Dêrik, Kerboran) xwe ji teroran paqij kirin. Niha jî li Nisêbînê dawî lê hat. Wekê ku tê bîra we min bangek kiribû. Hûn dawiya rewşa me ya ku em tê de ne dibînin. Vî çewtiyê nekin û li pey wan neçin. Hinek kes vî yekê dîtin û piştî çendîn mehan telslîm bûn. Hinek kes teslîm bûn. Kesên ku teslîm nebûn jî mirin. Dawiya terorê ev e.”

Koçak di dawiya axvtina xwe de temenî kir ku Meha Remezanê di serî de alema Îslamê ji bo herêma me bibe wesîla xêran. (ÎLKHA)

 

Bu haber toplam 909 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.