Walîtiya Diyarbekirê di derbarê traktora bombebarkirî de daxuyanî da

Walîtiya Diyarbekirê di derbarê traktora bombebarkirî de daxuyanî da

DİYARBEKİR - Walîtiya Diyarbekirê di derbarê traktora ku 3 ton teqemenî bar kirîbû de daxuyanî da.

Walîtiya Diyarbekirê di derbarê traktora ku 3 ton teqemenî bar kirîbû û li gundê Yaytaşê di dema lêgerînê de hatibû tespîtkirin  de daxuyanî da.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin di encama lêgerîna ku di traktorê hat kirin de hat tespîtkirin ji bona tesîra teqemenîyê bê zêdekirin TNT, tûp, nêzî  3 ton amonyum nîtrat û  toza alîmînyumê hatiye bikaranîn. Her wiha hat diyarkirin li ser teqemenîyê sîstema  teqandinê jî hatiye tespîtkirin.

Di berdewama daxuyaniya ku hatiye dayîn de bi heman awayî hat diyarkirin  PKKyîyek hatiye kuştin yek jî sax hatiye girtin û her wiha teqemeniya ku hatiye bidestxistin hatiye îmhakirin.

Di derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike.(ÎLKHA)




















 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.