Waliyê Misûlê: Zêdetirî 130 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihandin di operasyonên ku ji teref artêşa Iraqê ve ji bo Misûl ji DEAŞê bê xelaskirin li Misûlê hatin kirin de ji zêdetirî 130 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di operasyonên ku ji teref artêşa Iraqê ve di pêşîvantiya DYAyê de li Misûlê tên lidarxistin de di nava çend heftiyên dawî de zêdetirî ji 130 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan.
Beşar El Kîkiyê Serokê Meclîsa Bajêra Misûlê diyar kir ku hêj bi dehan cesed di bin enqazan de ne û her wiha Nevfel Hammadiyê Waliyê Misûlê jî diyar kir di êrîşên hewayî yên ku hatin kirin de zêdetirî ji 130 siwîlan jiyana xwe ji dest dan.
Hêzên ku girêdayê Hikûmeta Iraqê ne ji ber ku gelek siwîl birîndar bûne navber ji harekatê re dan.
Ji 200 hezaran zêdetir kesên siwîl axên xwe terk kirin
Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Koçber û Koçê yê Iraqê ve hat dayîn de hat diyarkirin ji destpêka operasyonên ku li Misûlê hatine kirin vir ve ji 200 hezaran zêdetir kesên siwîl axên xwe terk kirin.
Her wiha Neteweyên Yekbûyî jî diyar kir hêj nêzî 600 hezar kesên siwîl li Misûlê ne ji van 400 hezar kes di bin dorpêçkirinê de ne.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.