“Wan birayê me yê Yasîn wehşiyane qetil kirin”

“Wan birayê me yê Yasîn wehşiyane qetil kirin”

DİYARBEKİR - Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo vekirina 116 projeyan hatin Diyarbekirê. Erdogan li wir diyar kir ew piştgiriya ku DYE (Dewletên Yekbûyî yên Emrîka) dide YPGyê şermezar dike.

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim û lijneya bi wan re ji bo vekirina 116 projeyan hatin Diyarbekirê. Erdogan li wir axivî. Wî destnîşan kir ku ew piştgiriya ku DYE dide YPGyê şermezar dike.

Erdogan di derbarê pererazandina li herêmê de axivî. Erdogan wiha Destnîşan kir: “Em ji bo bibin efendî nahatine vira. Em hatine vira ku bibin xizmetkar. Em bi tevahî ji bo Diyarbekirê wek 24 katrilyon lîre pere razandiye. Heke em van 2 salên ku şer didome jî bijimêrin ev 30 katrilyon lîre ye. Em ji bo perwerdehiya zarokan xebitîn. Dibistanan şewitandin. Wan mizgeftan şewitandin. Ev ateîst, ev zerduşt in. Ev gor nirxên me tevger nakin. Zû an jî dereng dê birayên min ên Şernex û Diyarbekirî dê van nas bikin.”

 “Ew ji bo PKKê li parlementoyê ne”

Erdoğan bi zimanekî tûndî çalakiyên PKKê rexne kir. Dûvre wek gotarvan wî axavtina xwe wiha domand: “Rêxistina terorê ya dabeşker bi 15 ton teqemeniyê birayên me nekuştin? Partiya ku PKK piştgirî didçê di parlemtoyê de ye? Ew ji bo PKKê li parlementoyê ne. Niha çi bû? Bi 376 rayan destnedayînî rabû. Niha direvin diçin derveyên welêt. Nerevin? Ew wek saziya paralelê direvin diçin. Divê ku ev rêxistin bê şert û merc dev ji çekan berde. Hûn nebin pêkenokê vî lîstikê. Heke ew dev ji çekan bernedin dê mecbûr bîminin ku vî welatê terk bikin.”

 “Wan birayê me yê Yasîn wehşiyane qetil kirin”

Erdogan qala pirsgirêkên gelê herêmê kir. Wiha axavtina xwe domand: “Dema ku birayê me yê Yasîn goştê qurbanê belav dikir wî wehşiyane qetil kirin. Bi erebê li ser wî derbas bûn. PKK, PYD, DAÎŞ, YAP… Tu cudahî di naveyna van de tune. Emrîka dibêje em piştgirî didin kesên ku piştgirî didin YPGê. Ez wan şermezar dikim. Bi gotina ‘em dijî terorê ne’ naçe serî. Hewl dan ku lîstika li Sûrî li vir li dar bixin. PKK, PYD, DAÎŞ, YAP… Tu cudahî di naveyna van de tune. Hemî rêxistinên terorê ne.”

 “Ez piştgiriya ku DYE dide YPGyê şermezar dikim”

Erdogan di derbarê piştgiriya ku DYE dide YPGê de axivî. Erdogan wiha ragihandin: “Ez piştgiriya ku DYE dide YPGyê şermezar dikim. Soza ku wan dabû me ev nînin. Baweriya min a bi siyaseta rast heye. Ji ber vî yekê kesên ku bi me re bûn dost kesên ku di NATOyê de de bi me re ne divê bu daxwaziyên YPGê leşker neşînin Sûrî. Hûn li rexê çewt disekinin.” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.