Wê tayinên 20 hezar mamosteyan bên kirin

Wê tayinên 20 hezar mamosteyan bên kirin

Yusuf Tekînê Wezîrê Perwerdehiyê derheqê tayinên mamosteyan de daxuyaniyek da.

Yusuf Tekînê Wezîrê Perwerdehiyê, derheqê tayinên mamosteyan de axaftinek kir û got ku wê tayinên 20 hezar mamosteyan bên kirin.

Wezîr Tekîn wisa axivî: “Bi talîmata Serokkomarê me em xebateke bi Wezîrê Malîye û Gencîneyê dimeşînin. Di mijara tayina 20 hezar mamosteyan de me li hev kir. Me li gor ihtiyacan belav kirinek kir.”

Tekîn her wiha wisa peyivî, “Ji îro pê ve sedî 50 mulaqat û sedî 50 jî puanên KPSSyê esas bigirin. Guhertina di rêziknameya tayînkirinê de wê di Rojnameya Fermî de bê weşandin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.