“Wendakerê vê îmtîhanê tine ye”

“Wendakerê vê îmtîhanê tine ye”

Li Midyada navçeya Mêrdîn serîlêdanê qeyda îmtîhana sîyerê ya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve tê tertîbkirin dewam dike.

Ji tetef Platforma Evîndarên Pêxember ve bi slogana “Wî’ hîn bibe, Wî’ bijî” her sal îmtîhana Sîyerê tê tertîbkirin. Îmtîhana ku îsal 7emîn car tê tertîbkirin ji teref komela AZÎM-DER ya Mîdyadê serlêdanên qeydê tê qebûlkirin û dewam dike.

Îmtîhana ku li giştîyê Tirkîye tê tertîbkirin bi taybetî xwendekarên dibistana pêşîn, dibistana navîn û dibistana amadeyî eleqeyek mezin nîşan didinê.

Hat ragihandin ku tê plankirin ku îmtîhan di 18ê Sibata 2018an de bê tertîbkirin û li Mîdyadê nêzîkî 2 hezar kesî serlêdanî îmtîhana sîyerê kiriye û serlêdanên îmtîhanê wê di 17ê Çile de bi dawî bibe.

Serokê Komela AZÎM-DERê Samîr Ozhan derbarê îmtîhana sîyerê de daxuyanîyên girîng da.

Ozhan, îfade kiri ku wendakerê vê îmtîhanê tineya û bangî ciwan û xwendekeran kir û got: “Beşdar bûna we ya vê îmtîhanê û hînbûna we ya jîyana Resûlê Xwedê tiştekî bi tu kesî nade wendakirin. Bi rastî wendakerê vê azmûnê tineye”.

Ozhan, destnîşan kir ku serlêdanên qeyda îmtîha sîyera nebî dewam dike û got: “Derdora du meh berê li Midyadê serlêdanên qeyda sîyera nebî destpê kir. Heta niha nêzî 2 hezar kesî qeyda xwe çêkirîye. Li navenda Mîdyadê me 400 afîş daliqandin. Di gel vana di rojên pêşîya me de emê esnafan jî zîyaret bikin û ji bo îmtîhanê emê wan dawet bikin. Sala borî 6 hezar û 500 kes beşdarî îmtîhanê bûn armanca me îsal em vê hejmarê derxin ser 7 hezarî.”

“Em rêber û rêzan tenê Resûlê Xweda ji xwe re mînak digrin û wî dişopînin”

Ozhan, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku armanca me, ji vê îmtîhanê ewe ku em jîyana Pêxemberê Xeda baştir hîn bibin û li gor jîyana wî bijîn û wiha got: “Di rojame de her kes li pê kesekî ji xwere kirîye minak diçin. Xwdîyê her fikr û ramanî dixwazin gitinên serokê xwe derxin pêş. Lê belê lazim e em jî wek Mislimana rêber û rêzanê xwe baş fêm bikin û wî pişopînin. Em dixwazin em Resûlê Xweda ronîya çavan baştir fêm bikin û li dû wî herin. Em jî wek Sazîyek Sivîl dixwazin rêber û rêzanê xwe baş bidin fêhmkirin em çalakîyên bi vî rengî li dar dixin. Bangewazî û pêşnîyazîya me eve. Bi taybetî ez bangî birayên xwe yên xwendekar dikim. Hun 10 mehan ji bo dersên mektebê perwerdehîyê dibînin û dixebitin, werin mehekê jî, ji bo hînbûna jîyana ronîya çavan serok û rêzanê me Hz. Mûhammed (r.x.l) be hîn bibin û bixebitin. Wê binerîn dersên li dibistanê dibînin û jîyana pêxemberê me bê çawa lihev dike. Dema wî bixwînin wê binerin ku bê çawa meriv dibe sermîyanê malê, bê çawa meriv dibe matematîkzan û çawa dibe zanyar wê ji vana tevan re bibin şahid.”   

“Kesê beşdarî vê îmtîhanê bibin tev ê qezenc bikin”

Ozhan, di dawîya axaftina xwe de îfade kir ku kesên beşdarî vê îmtîhanê bibin wê bi her awayî qezenc bikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ji bo em jîyana ronîya çavan hîn bibin lazim e em wê pirtûkê bi nîyeta îbadetê bixwînin. Dema bi vî awayî be xwendin kesekî di vê îmtîhanê de wenda bikin wê tinebe. Temamê kesên beşdarî vê îmtanê bibin wê qezenc bikin. Lewra xwendina jîyana wî û hînkirina wê zaf girîng e. Ji ber vê yekê em dibêjin kesên di vê îmtîhanê de wenda bikin tineye.” (ÎLKHA)  






 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.