Weqfa Êtîman, ji zarokên Yemenî re “Mehaneya Êtîman” da û wan kêfxweş kir

Weqfa Êtîman, ji zarokên Yemenî re “Mehaneya Êtîman” da û wan kêfxweş kir

Weqfa Êtîman yê ku li çar alîyê dinyayê xebatên alîkarîyê bi kar tîne, li Yemena ku dûçarê êrîşên Emrîqa û Îngîlistanê dibe, di çarçoveya projeya “Mehaneya Êtîman” de ji zarokan re pere belav kir.

Weqfa Êtîman ku li Xezzeya dûçarê wehşeta rejîma sîyonîst dibe, li Efxenistana ku nêzê 40 salan di bin îşxalê de bû û gihaşt azadîya xwe, ji xelkê Efrîqaya ku mezlum û mehrûm hatibûn hiştin re, ji Misilmanên Ereqanê ên ku ji zilma Myanmarê filitîn û xwe gihandin Bangladeşê re destê xwe yê alîkarîyê dirêj kiribû, vê carê jî li Yemenê êtîman kêfxweş kir.

Yemenîyên ku ji bo êrîşên li dijî Xezzeyê têne kirin micadeyelekî îzzet û bişeref dan bûn hedefa kafir û zaliman, nehatin jibîrvakirin.

Weqfa Êtîman, mehaneya ewil a sala 2024an ya ku di çarçoveya projeya “Mehaneya Êtîman” de kom kiribû dest bi belavkirinê kir û wan pereyan gihand xwedîyê wan.

Weqf, bi navbeynkarîya temsîlkarên xwe yên li Yemenê, ji 100 êtîman re alîkarîya meddî kir.

Êtîmên ku ji wan re alîkarî hatin kirin ji Weqfê re duayan kirin û ji wan re teşekkur kirin.

Temsîlkarê Yemenê hedîsa Pêxember (selat û selam li ser wî be) ku gotibû “Ez û yê ku li êtîman dinhêre ew ê di cennetê de ewakî (di vê demê de Pêxember pêçîya xwe ya şehadetê û pêçîya xwe ya ortê hinek vekiribû) li cem hev bin”

Temsîlkarê Weqfê di axavtina xwe de weha got: “Em di vê roja 28ê Çileya sala 2024an de ji xêrxwazên ku bi navkeynkarîya projeya ‘mehaneya êtîman’ a Weqfa Êtîman ji van zarokan re alîkarîyê kirine re dua dikin, Xwedê bila ji wan razî be, Xwedê bila bereketa xwe bike nav malê wan û bila hem di dinyayê de hem jî di axiretê de wan ji bela û felaketan biparêze.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.