Weqfa Evîndarên Pêxember “Meşa Mezin a Qudsê” wê li dar bixe

Weqfa Evîndarên Pêxember “Meşa Mezin a Qudsê” wê li dar bixe

Weqfa Evîndarên Pêxember ji bona ku destekê bidin berxwedana li Xezzeyê wê di 4ê Sibatê roja Yekşemê seat 13.30an de li Dîyarbekirê, ji Çarrêya Dinyayê heta Parqa Şehîdên 15ê Tîrmehê “Meşa Mezin a Qudsê” tertîp bike.

Endamê Sazîya Bireveberîya Weqfa Evîndarên Pêxember Yakup Kaya derheqê bernameyê de axivî û di axavtina xwe de hemû xelkê Dîyarbekirê dawetî meşê kir.

“Operasyona Tofana Eqsayê, bi îzna Xwedê wê ji bo zaliman destpêka dawîyê be”

Kaya, “Operasyona Tofana Eqsayê, bi îzna Xwedê wê ji bo zaliman destpêka dawîyê be. Li Xezzeyê ev bû 4 mehan zêdetir e ji teref zalim, mustekbîr û sîyonîstan ve hemû zilm û îşkence hatin kirin. Tê micadelekirin ku hemû pîrek, zarok, zilam û îxtîyar bêne îmhekirin. Li hember vêya jî 57 welatên Îslamê nikarin tiştekî bikin, ev tişt jî me gelek jandar dike.”

“Emê li çend bajarên Tirkîyeyê meşan li dar bixin”

Kaya bibîrxist ku hefta dawîn a meha Recebê wek Hefteya Quds a Dinyayê tê pîrozkirin, wî îfade kir ku ew ê sibe li Dîyarbekir û çend bajarên dinê meşan li dar bixin.

Kaya, “Di nav Hefteya Quds a Dinyayê de meseleya Îsra û Mîracê heye, di vê hefteyê de xelaskirina Qudsê a ji teref Selaheddînî Eyyûbî ve ji destê xaçperestan heye. Em jî di çarçoveya Hefteya Quds a Dinyayê de ji bona ku desteka xwe ya ji bo xelkê mezlum yê Fîlîstînê nîşan bidin li çend bajarên Tirkîyeyê meşan li dar bixin. Di vê Çarçoveyê de em ê sibe di seat 13.30an de li Dîyarbekirê ji Çarrêya Dinyayê dest pê bikin û heta Parqa Şehîdên 15ê Tîrmehê bimeşin.”

Kaya di dawîya axavtina xwe de hemû xelkê Dîyarbekirê dawetî bernameyê kir. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.