Weqfa Kerwana Umûdê ji bo yetîman projeya alîkarîya cil û bergan da destpêkirin
Ji teref Weqfa Kerwana Umûdê ve him li Tirkîyê û him jî li derveyî welêt ji bo yetîman projeya alîkarîya cil û bergan hat destpêkirin.
Hat ragihandin ji teref Weqfa Kerwana Umûdê ve him li Tirkîyê û him jî li derveyî welêt ji bo yetîman projeya alîkarîya cil û bergan hat destpêkirin. Di bergeha projeyê de kesên êtîm hatin birin cilfiroşan û ji wan re alîkarîya cil û bergan hat kirin.
Serokê Giştî yê Weqfa Kerwana Umûdê Cengîz Kurtaran derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.
“Xêrxwaz bûn wesîleya vê kêfxweşî û û şahîyê”
Kurtaran di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir bi mebesta dilxweşkirina yetîman hereket dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em wek Kerwana Umûdê niha xebatên xwe didomînin û niha jî projeya me ya alîkarîya cil û bergan a ji bo yetîman berdewam dike. Bi izna Xweda me îro j 100 zarokên xwe re alîkarîya cil û bergan kir. Em hewl didin ku zarokên xwe kêfxweş bikin. Ji bilî van jî me ji bo êtîman jî proje da destpêkirin û ji bo kesên feqîr xwarina fitarê belav kir. Îro li çend cihên Stenbolê ji teref sazîya me ve ji zarokan re alîkarîya cil û bergan tê kirin. Xêrxwaz bûn wesîleya vê kêfxweşî û û şahîyê. Mala wan ava be û Xweda ji wan razî be. Em wek Kerwama Umûdê di navbera xêrxwaz û kesên feqîr de pirek in.”
Cankurtaran di berdewama axavtina xwe de di bîran xist ku 15 Remezanê roja êtîmên cîhanê bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em wek Weqfa Kerwana Umûdê him li nava welêt û him jî li derveyî welêt ji alîkarîya cil û bergan kir. Nexasim li Xazzê, Yemen, Efaxanista, Bangledeş û Afrîkayê me gelek bernameyên xwe tetbîq kir. Di Îda Remezan û Qurbanê de em hewl didin bi alîkarîyên ku bên kirin zarok kêfxweş bibin. Em dibêjin ger êtîm bikenin ew ê dinya bikene.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.