Weqfa Kerwana Umûdê ji êtîmên Tirkistanîyên Rojhilat re alîkarîya cil û bergan kir

Weqfa Kerwana Umûdê ji êtîmên Tirkistanîyên Rojhilat re alîkarîya cil û bergan kir

Weqfa Kerwana Umûdê ji êtîmên Tirkistanîyên Rojhilat re alîkarîya cil û bergan kir

Weqfa Kerwana Umûdê ji êtîmên Tirkistanîyên Rojhilat re alîkarîya cil û bergên zivistanê kir.

Dewleta Çînê ev bi salan e ku li Tirkistana Rojhilat Mislimanên Uygur asîmîle dike, mudaxeleya bingeha wan a malbatî dike, masûniyeta meskenê îhlal dike, hewl dide li ser mal û kargehên wan tahakkumê deyne û îbadetên wan qedexe dike ku ev terora dewleta Çînê hêj berdewam dike. Gelek kesên ku bi sûcên bêbingeh tên sûcdarkirin di kamp û zindanan de di bin îşkenceyan de tên kuştin û êrîşên zalimane tê kirin li ser xwepêşanên aştîyane. Ev rewşa heyî ji teref gelek dewletî ve nayê dîtin û li Tirkîyê ji teref otorîteya sîyasî ve qet qala wê jî nayê kirin. 

Weqfa Kerwana Umûdê ji bo balan bikşîne li ser li zilma ku li Mislimanên Tirkistana Rojhilat û li ser rewşa wan li Stenbolê ji zarokên êtîm ên Tirkistanîyên Rojhilat re alîkarîya cil û bergên zivistanê kir.

Piştî alîkarîya ku hat kirin Alîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Kerwana Umûdê Ehmed Pak daxuyanîek belav kir. Pak di daxuyanîya xwe ya ku da de derbarê mijarê de wiha got: “

“Me wek Weqfa Kerwana Umûdê di bergeha projeya cil û bergan de ji zarokên birayên xwe yên Tirkistanîyên Rojhilat re alîkarîya cil û bergan kir. Li Zeytînburnuya Stenbolê nêzî 200 malbatên Tirkistana Rojhilat ên qeydkirî hene. Bi sedan zarokên wan birayên me hene.  Ew birayên me yên ku hicret dikin diçin Taylandê. Dû re zilamên wan ji Çînê re tên îadekirin.  Mixabin li wê derê zilmeke pir zêde heye. Zarokên qîz ên Misliman bi Budîstan re dizewicînin da ku ji dînê xwe vegerin. Em hewl didin li zarokên wan xwedî derkevin. Bila dilê wan rihet be ku em ê li zarokên wan xwedî derkevin.  Ev zarokên me ne jî.  Heta ji  destên me bê em ê ji wan re bibin alîkar. Em ji Rebbê xwe niyaz dikin ku ev zilm bi dawî bibe.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler