Weqfa Perwerdehîya Îdeal: Bi sernavê “Di perwerdehîya zaroê de rola malbatê” bernameyek tertîp kir

Weqfa Perwerdehîya Îdeal: Bi sernavê “Di perwerdehîya zaroê de rola malbatê” bernameyek tertîp kir

Weqfa Perwerdehîya Îdeal, bi armanca bal kişandina ser muhafezekirina malbatê û di warê perwerdehîya malbatê de cudahîyek çêbike di temaya “Sitargeha herî xweş, malbat e” de bi sernavê “Di perwerdehîya zaroê de rola malbatê” bernameyek tertîp kir.

Bername ji teref Weqfa Perwerdehîya Îdeal ve li Navenda Çanda Zarokan a Îqrayê hat lidarxistin.

Bername bi xwendina Quranê ya ku ji teref Hatîce Betul Esmer ve hat xwendin dest pê kir.

Piştî xwendina Quranê îlahiya “Ez Bûm Selaheddîn” hat gotin.

Dr. Ebûzer Dalga derheqê perwerdehîya berîya mektebê de axivî û got:

“Li gor Qûranê dê û bav, lazim e ku zarokên xwe ji agirê cehennemê yê ku agirê wî bi însanan û keviran zêde dibe muhafeze bikin. Li gor hedîsê jî zarok xezîneyeka ku heqê wan nikare bi heqqî bê dayîn e. Zarok wexta li xwe tên û hindikî mezin dibin têkilîya xwe bi Xweda re girê didin. Heger ev îrtîbat bê çêkirin, wê ev naskirin tesîreka mezin li ser temamî heyata wan bike. Ev heyama hanê di warê Îslamî de heyameke pir bi qirîtîk e. Derheqê dîn de pirsên wan gellekî zêde çêdibin. Ev heyam pir girîn e û lazim e ku zarok di warê îlmî û îmanî de birçî neyên hîştin.”

Dr. Ebûzer Dalga got ku zarok; dê û bavên xwe teqlît dikin û weha got:

“Bi hevdû re wext derbaskirin ne tenê temaşekirina televîzyonê û sohbetkirin e. Ferqa emir çi dibe bila bibe, têkiliya di navbera we de pir girîn e. Ger hûn dixwazin ku edet û kevneşopiya kîtêb û xwendin di zarokên we de çê bibe, divê hûn pêşî kîtêbê bixwînin û vê yekê adet bikin. Ger hûn dixwazin ku zarokên we ji tiştên bi zirar ên wek cixarê dûrbikeve divê hûn pêşiyê cixareyê nekşînin. Bi hal û hereket û gotinên xwe divê bi her awayî hûn ji zarokan re bibin xweşmîsal û nimûne.”

Dr. Ebûzer Dalga tewsiyeyên mûhîm li dê û bavan kir û di dawiyê de jî weha got: “Pêşî divê hûn bibin mîsal û nimûne. Dûre temamî tewrên baş ên zarokên xwe teqdîr bikin û xelatî bidin wan. Wexta tiştekî xelat û şaş kirin, ew xeletiyên hanê li ser rûyê wan nexin. Ji bo ku ya rast bikin hûn tiştên rast hînê wan bikin û nîşanê wan bidin. Li cem kesên din wan rexne nekin. Hertim li cem kesên din xuyê wanê baş bibêjin. Cesaretê bidin wan. Wan bibin cîhên xwe yên kar. Tiştê ku hûn dikin nîşanê wan bidin. Hûn bi kê re dişuxulun, tevekî hebo hebo nîşanê wan bidin. Bila xwe bi qîmet hîs bikin û tecrubeyên we bibînin. Bila bizanibin ku ev berpirsyarî û wezîfe sibê disibê wê têkeve ser milên wan.”

Bername bi kirina duayê ya ji teref Ebrar Ava ve hat kirin bidawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.