Weqfa Yetîman li Ugandayê projeyên mûhîm dide tetbîqkirin

Weqfa Yetîman li Ugandayê projeyên mûhîm dide tetbîqkirin

Weqfa Yetîman di bergeha xebatên alîkarîyê de li Ugandayê xizmetên mîna çêkirine camîyê, belavkirina cil û bergan, serjêkirina qurbanan dike.

Weqfa ku navenda wê li Diyarbekirê ye û bi alîkarîyên ku dike dengê xwe li derdorê daye hesandin xebatên xwe yên alîkarîyê bênavber didomîne. Weqfa Yetîman vêcarê li Ugandaya welatê Afrîkayê ye dest bi xizmetên alîkarîyê kir.

Di daxuyanîya nivîskî ya ku ji teref Weqfa Yetîman ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin ew bi şiûra yetîm bo ummetê emanetê Xweda ne û ew bo vê yekê him li nava welêt û him jî li derveyî welêt  di çarçoveya derfetên xwe de li yetîman xwedî derdikevin.

Di berdewama daxuyanîya ku tê de hat diyarkirin ew hewil didin xwe bigihijînin temamê yetîmên ummetê de wiha hat gotin:

 “Ew ê bi beşdarnûna endamên Weqfa Yetîman dê li Ugandayê ev xebatên alîkarîyê bên kirin: qurban bên serjêkirin û goştên wan dê ji kesên ku birçî hatine hiştin, dahatûya wan hatiye reşkirin re bê belavkirin. Ew ê Qur’ana Kerîm dê bê belavkirin, alîkarîya cil û bergan bê kirin, zarok dê bên sinnetkirin, camî bên înşakirin. Bo ev alîkarî û yên zêdetir karibin bên kirin pêdivî bi alîkarîya Mislimanên xêrxwaz heye. Niha mala wan kesên ku dê di vî warî de alîkarîyê bikin razî be.”

ÎLKHA


















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.