Weqfa Yetîman li Yemenê dest bi belavkirina alîkarîyan kir

Weqfa Yetîman li Yemenê dest bi belavkirina alîkarîyan kir

Weqfa Perwerdehî û Piştevanîya bi Bêkes, Sêwî û Yetîman reli Yemenê alîkarîyên însanî yên cûrbecûr kir.

Weqfa Yetîman a ku bi alîkarîyên ku dike dengê xwe li derdora xwe dide hesandin, xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne.

Serokê Giştî yê Weqfa Yetîman Fîkrî Karavîl derbarê alîkarîya ku li Yemenê hat kirin de diya rkir ji herba li Yemenê herî zêde zarok û pîrek tesîrdar dibin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Birayên me yên Yemenî ji ber şer û pevçûnê ketine haleke wisa ku nikarin zikê xwe têr bikin. Li Yemenê her roj bi dehan zarok ji birçînan dimirin. Em wek Weqfa Yetîman  çawa ku li mezlûmên dinyayê xwedî derdikevin bi heman awayî kirina alîkarîyê ya ji birayên xwe Yemenî re jî ji xwe re wezîfe dizanin. Bi izna Xwedê alîkarîya me ya ewil gihaşt birayên me yên Yemenî. Înşallah ew ê alîkarîyên me yên bo Yemenê berdewam bikin.”

Karavîl di dawîya axavtina xwe de diyar kir kesên xêrxwaz ên ku bixwazin ji bo Yemenîyan alîkarîyê bikin dikarin bi Weqfa Yetîman re bikevin îrtîbatê û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Kesên xêrxwaz dikarin ji ser malpera weqfa me www.yetimlervakfi.org.tr yê alîkarîyên xwe bo Yemenê bikin.”

Rewşa nebaş a  li Yemenê her ku diçe xirabtir û girantir dibe.Sazîya ya Alîkarîyê ya Îngîlîz Save the Children daneyên Yekîtîya Neteweyan çavkanî nîşan da û destnîşan kir li Yemenê ji ber şerê nexweyî ya ku ji sala 2015an vir ve berdewam dike dibe ku 85 hezar zarokên ji 5 salî biçûktir ji birçînan û ji ber nexweşîyan jiyana xwe ji dest dabin. 

 Koordînatorê Rewşa Acîl û Alîkarîya Însanî yê Neteweyên Yekbûyî Mark Lowcock derbarê rewşa xeternak a li Yemenê de berî niha diyar kiribû “ Niha Yemen bi xetereyeke mezin û bi lez a xelayê re rûbirû mane.  Ew xelayê ku li Yemenê heye, heta niha tu carî nehatiye dîtin.”

Lowcock li gor daneyên meha Îlonê ya Neteweyên Yekbûyî li herêmê 11 milyon bi xeterê re rûbirû mane ku ev hejmar xelet ; di encama nirxandin û lêkolînên nû yên ku hatin kirin de, hat tespîtkirin ev hejmar zêde zêde ye. Lowcock di berdewama daxuyanîya xwe de wiha got: “ Li gorî nirxandin û lêkolîna nû ya ku ji teref me ve hat kirin, hat tespîtkirin ku hejmara wan kesên ku jiyana xwe bi alîkarîyên ku ji derve tên hewl didin bidomînin ne 11 milyon, 14 milyon e ku ev hejmar jî nîvê nifûsê ye.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.