Werin em manîfestoya HUDA PARê li vî welatî hakim bikin

Werin em manîfestoya HUDA PARê li vî welatî hakim bikin

Mehmet Yavuzê Serokê Giştî yê HUDA PARê di axavtina xwe ya ku di mîtînga partîya xwe ya li Stenbolê kir de diyar kir “Em dibêjin werin, em pênasa dewletê ji nû ve bikin. Em manîfestoya HUDA PARê li vî welatî hakim bikin.”

Li Stenbolê ji teref HUDA PARê ve bi beşdarbûna Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz li Qada 15ê Tîrmehê mîtîng hat tertîpkirin.

Yavuz di axavtina xwe de balan kişand li ser nûkirina pênasa dewletê û wiha bang kir: “Em dibêjin werin, em pênasa dewletê ji nû ve bikin. Em manîfestoya HUDA PARê li vî welatî hakim bikin. Em wek HUDA PARê dibêjin ku dewlet bila dîn û îdeolojîyê li ser xelkê ferz neke. Bila dînê dewletê edalet be. Baş e gelo wezîfe û erka dewletê çi ye? Em bi saya we Stenbolîyan vê erkê ji bo temamê Tirkîyê eşkere dikin: Ew ê bo kirdeya dewletê însan û nirxên însanî bin. Ey însan!Wek HUDA PARê bangî te dikim; dînê te, qewmê te, zimanê de çi dibe bila bibe tu parçeyeke vê medenîyeta mezin a însanetîyê yî.

İLKHA
















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler