Wesaît Li Keftarê Di Bin Parastinê De Qelibî

Wesaît Li Keftarê Di Bin Parastinê De Qelibî

Li Mêrdînê wesaît li keftarekî ku cinasê wî li ber tunebûnê ye qelibî û ew telef kir.

Yek ji keftarên belek ên ku li Tirkîyeyê cinasê wan li ber qedînê ye û ji lew bi cîhaza GPSyê tên teqîbkirin, li Mêrdînê ji ber ku wesaît lê qelibî telef bû.

Hedîse li ber Midûrîya Hereketa Xisûsî ya li ser rêya Qabalaya Artûklûya navçeya merkeza Mêrdînê qewimî. Wesaîta ku ajotvanê wê nehat tesbîtkirin li keftêr qelîbî û ew telef kir.

Li herêma başûrê rojhilatê nexasim li çola Ûrfayê, nêçîra keftarên belek qedexe ye. Di nav sînorê Tirkîyê de, cezayê nêçîra keftaran ji 15 hezar lîreyê dest pê dike.

cinarinsesi.com

xeberên kurdi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.