Wextê qusandina mîhan

Wextê qusandina mîhan

ÇEWLÎG - Digel destpêka germahiyan ji bona pez ji nexweşiyê bê mihefezekirin heyama pezbirînê dest pê kir.

Digel destpêka havînê xwediyê heywanan ji bona ku nexweşî nekeve nava pezê wan û ji bona pezê wan baştir bibe dest bi qusandina mîhan kirin.Xwediyê heywanan ên ku li gundê Derenazik û Kîlîsekê ajalvantiyê dikin  diyar kirin ji bona ku heywanên wan ji nexweşiyan bên parastin û ji bona bi berekettir bibin ew dest bi qusandina mîhan kirine.

Xwedîyên heywanan diyar kirin ew di destpêka her havînê de heywanên xwe diqusînin ku ev yek jî li feydeya heywanan e.Lewra digel qusandinê, heywanên wan qelewtir dibin û her wiha ew bi firotina hiriya mîhan kar dikin.

 Fesîh Karakuzu diyar kir wextê qusandina mîhan hatiye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “A niha me dest bi qusandina mîhan kir.Lewra êdî wextê wê ye.Digel destpêka germahîyan ew hiriyên li ser mîhan ji bona wan dibe eziyet.Ji bilî vê eziyetê nexweşî li wan de derdikevin holê.Heger tedbîr neyê standin ev yek dibe sedema mirinan jî. Ji ber van sedeman em mîhên xwe diqusenin ku bi vê yekê em him mîhên xwe ji eziyetê mihefeze dikin û him jî çêtir li heywanên xwe dinêrin.”

 “Em hirîya mîhan ji xwe re difiroşin”

Karakuzu di berdewama axavtina xwe de diyar kir karên qusandina hiriyan a niha dest pê kiriye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di dema qusandina mîhan de ji mîhekê nêzî 1-2 kg hirî derdikeve.Piştî ku me van hiriyan paqij kir re li gor îxtîyacên xwe em bi kar tînin.Her wiha em difiroşin jî.Nexasim di sezona dawatan de zêde tên firotin û an jî ji kesên ku nû dizewicin re wek xelat tê dayîn.”

“Digel bilûrê qusandina mîhan ji betilandina me re baş tê”

Karakuzu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji bona mîhên ku tên qusandin rihet bisekinin ew digel bilûrê karê qusandinê dikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Digel bilûrê qusandina mîhan him  ji bona betilandina me him jî ji bona ku mîh rihet bisekinin bi feyde ye.”

Hebîb Karakuzuyê ku li bilûrê dide diyar kir sedema lêdana bilûrê ji ber  hawirdora sirûştî ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di xwezayê de xurekên sirûştî , hewa û ava paqij dibe wesîle ku em bi sihhet bimînin.Em çi qas ji Rebbê xwe re hemd bikin jî dîsa kêm e.Di xwezayê de hezar yek cûr giya heye.Heywanên me van giyayan dixwin.Em jî ji goşt, şîr, mast û pênîrê wan heywanan îstîfade dikin. Xweda nesîbê me bike ku em ji van nîmetan nesîbdar bin.”(ÎLKHA)

 



























 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.