Wezîrê Parastinê yê Neteweyî Akar bi hevkarê xwe yê Rûs re hevdîtin kir
Wezîrê Parastinê yê Neteweyî Hulusî Akar bi hevkarê xwe yê Rûs re hevdîtin kir.
Hat ragihandin Wezîrê Parastinê yê Neteweyî yê Tirkîyê Hulusî Akar û Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu re hevdîtin kir. Hevdîtin li ser telefonê hat kirin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Parastina Neteweyî ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin di navbera Wezîrê Parastinê yê Neteweyî yê Tirkîyê Hulusî Akar û Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu de hevdîtin hat kirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di hevdîtina ku hat kirin de geşedanên dawî yên li Îdlîbê hatin nirxandin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.