Wezîr Selçuk: Li mekteban 117 hezar kêmahîya mamosteyan heye
Wezîrê Perwerdehîya Neteweyî Zîya Selçuk destnîşan kir di mektebên li tevahîya welêt de pêdivî bi 117 hezar mamosteyan heye.
Ji teref Parlementerê Nîgdê yê CHPê Omer Fethî Gurer ve derbarê mamosteyên ku tayînên wan nayê kirin û mamosteyên bi peyman dixebitin de pêşnûmayek hat dayîn.
Zîya Selçukê Wezîrê Perwerdehîya Neteweyî li meclîsê pêşnûmaya Gurer bersivand. Selçuk di daxuyanîya ku da de destnîşan kir li gor qeydên daneyên MEBBÎSê di mektebên li tevahîya welêt de pêdivî bi 117 hezar mamosteyan heye.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.