Wezîr Selçuk: Tu xwendekar heta ku dersa matematîkê nestîne nikare derbasî poleke jor bibe
Wezîrê Perwerdehîyê yê Neteweyî Zîya Selçuk destnîşan kir, “Tu xwendekar heta ku dersa matematîkê nestîne nikare derbasî poleke jor bibe.”
Wezîr Selçuk derbarî mijarê de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanî da. Wezîr Selçuk di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir li derdorê tê qalkirin ku dersa matematîkê bûye dersa bijartî ku ev yek nedirist e.
Wezîr Selçuk di berdewama peyama xwe de diyar kir “Tu xwendekar heta ku dersa matematîkê nestîne nikare derbasî poleke jor bibe. Ev yek eseh e. Ger digel vê yekê hinek kes berewajîya vê yekê îddîa bikin, wê çaxê hewce nake ku li ser vê yekê bê axavtin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.