Wezareta Derve di warê “hilbijartina pêşwext” de bertek nîşanî Konseya Ewrûpa da

Wezareta Derve di warê “hilbijartina pêşwext” de bertek nîşanî Konseya Ewrûpa da

Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve Aksoy, bertek nîşanî daxuyanîya Komîsyona Parlamenteran ya Konseya Ewrûpa ya di warê “hilbijartina pêşwext” da û îfade kir ku ev têgihiştina tê de neheqî heye.

Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve Hamî Aksoy, bersiv da pirseke di warê daxuyanîya Meclisa Parlementeran a Konseya Ewropayê (AKPM) û di warê daxuyanîyê de bersiv da pirsan.

Aksoyî, derbarê daxuyanîya Meclisa Parlementeran a Konseya Ewropayê (AKPM) ya tewsîya di warê taloqkirina hilbijartinan de îfade kir ku ew daxuyanî daxuyanîyeke bêsiûde û wiha got: “Daxuyanîya Komîsyona Venerînê ya AKPMê daxuyanîyek bêsiûd û li dijî nirxên demokrasîyê ye. Ew daxuyanî li dijî îradeya gelê me ya li TBMMê ye.”

Akso,y di berdewama daxuyanîya xwe de wiha got: “Wekî me berya niha çend caran îfade kirin ku ji ber micadela li dijî terorê me ji mecbûrê sepana OHALê danîye û ev ji bo hilbijartineke demokratîk ne astenge. Li helek welatan dema sepana OHALê hebû hilbijartin hatîye kirin. Mînaka veya ya dawîn jî li Frensayê di sala 2017an de hat çêkirin. Temamê hilbijartinên li Tirkîyeyê tên kirin di çarçoveyek demokratîk, azadî, adil û bi awakî şeffaf hatîyê kirin û ev yek bi raporên navneteweyî hatîye eşkerekirin.”

Aksoy, di dawîya daxuyanîya xwe de îfade kir ku dema mijar dibe Tirkîye aqilê hin hêla tê girtin û bi neheqî û dualî daxuyanîyan dike, bi rastî ev tişt me mehzûn dike û wiha got: “Kesên di bin sîya AKPMê de hatine cem hev û bi terorê re hevkarîyê dike û îmkana axaftinê dide serokê rêxistina terorê ya PKKê ya Sûrîyeyê yê PYDê Salîh Muslîm, ne heddê wan kesana ye ku dersa demokrasîyê bide me. Di encama van tevan de hilbijartinê bi îrada Meclîsa ku gelê me hilbijarîye bê çêkirin.” (ÎLKHA)

 


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler