Wezareta Karûbatê Derve di warê “Eftînê” de bertek nîşanî Emerîka da

Wezareta Karûbatê Derve di warê “Eftînê” de bertek nîşanî Emerîka da

Berdevkê Wezareta Derve Aksoy, li ser daxuyanîya berdevka Wezareta Karûbarên Derve ya Emerîka ya di warê Efrînê de wiha got: “Li Sûrî tiştên li dijî terorîstan xisarê dide, li hember rêxistinek terorî piştgirîkirina rêxistinek terorî ya dine."

Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve Hamî Aksoy, bertek nîşanî daxuyaîya berdevka Wezareta Karûbarên Derve ya Emerîka Heather Nauert ya di warê Efrînê da.

Aksoy, li ser pirseke di warê mijarê de wiha axifî: “Berdevka Wezareta Karûbarên Derve ya Emerîka di warê Efrînê de îro daxuyanîyek kir. Bi vê daxuyanîyê derket holê ku mekanîzmayên Emerîka hê jî armanc û ehememîyeta Herekata Çiqlê Zeytûnê baş fêm nekirîye. Lewra Herekata Çiqlê Zeytûnê herekateke micadela li dijî terorê ye. Qethîyen ev herekat ne herekatek li dijî sivîlaye, ev herekat herekateke ji bo welatîyên sivîl bên partastin û ji bin zilma rêxistinên terorî bên derxistin hatiye destpêkirin. Li hêladin ji bo xelkê sivîl bên parastin û alîkarîyên însanî li wan bê belavkirin temamê tedbîrên ewlehîyê hatine girtin. Gotina operasyona li Efrînê tê kirin wê zirarê bide micadela li dijî DEAŞê ev gotin gotineke bêbinîye û ji temamî rastîya dûr e. Tiştên li Sûrî zirarê dide micadela li dijî terorîzmê li hember rêxistinek terorîst destekkirina rêxistinek terorîst ya din ew zirarê dide micadela li dijî rêxistinên terorî.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.