Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê: Endamên PKKê bi mûşekan êrişî hêzên Zêrevanî kirin

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê: Endamên PKKê bi mûşekan êrişî hêzên Zêrevanî kirin

Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku îro li devera navçeya Amêdiyê ya Dihokê hêzên PKKyê bi mûşekan êrişî Hêzên Zêrevan kir.

Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku PKKê li devera Amêdiyê bi mûşekan êrişî Hêzên Zêrevanî kir.

Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku îro li devera navçeya Amêdiyê ya Dihokê hêzên PKKyê bi mûşekan êrişî Hêzên Zêrevan kir.

Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku “Medyaya ser bi PKKyê ve nûçeyeke xapînok belav kiriye li gorî wê nûçeyê hêzên Pêşmerge li Amêdiyê êrişa wan kiriye.”

Wezareta Karên Navxwe got:

“Em ji welatiyên Herêma Kurdistanê û hemû Kurdistaniyên li seranserî cîhanê re radigihînin ku îro danê nîvro çekdarên PKKyê bi dehan kîlometran dûrî sînorê Tirkiyeyê li devera Amêdiyê, bêyî rêzgirtin ji saziyên fermî û destûrî yên Herêmê re, zêdegavî li ser xaleke hêzên Zîrevanî kiriye.

Çekdarên PKKyê piştre jî bi mûşekan êrişî xala kontrolê yê Hêzên Zêrevaniyê kir û Hêzên Pêşmerge jî ji baregehên xwe xwe parast.”

Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê ew yek wekî “hewldan û kiryarên têkder û armanca têkbirina ewlehê û aramiya Herêmê Kurdistanê” dibîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Mixabin ew bûne beşek ji planên navçeyê yên li dijî qewareya Herêma Kurdistanê. Herêma Kurdistanê nabe meydana yekalîkirina pirsgirêkên herêmê û em piştevaniya hemû hewl û rêkarên aştiyane yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û pêkanîna aştî û aramiyê dikin.

Lê mafê parastinê ji bo hêzên me parastî ye û em bi tundî li dijî her hewleke armanckirina qewareya Herêma Kurdistanê û saziyên fermî radiwestin.”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.