Wezîr Çavûşoglû: Bawerîya me bi Amerîka nema ye

Wezîr Çavûşoglû: Bawerîya me bi Amerîka nema ye

Wezîrê Karûbarên Derve Çavûşoglû, li ser plana Amerîka ya avakirina artêşekê 30 hezar ji PYD/YPGê ya bi navê “artêşa sînor” avakirina daxuynî da û got: “Bawerîya me bi dewletên hevkarîya rêxistinên terorê dikin û piştgirîya wan dikin êdî nemaye”.

Wezîrê Karûbarên Derve Mevlût Çavûşoglû, li Kanadayê li ser biryara Emerîka ya avakirina ertêşeke 30 hezar ji PYD/YPGê ya bi navê “artêşa sînor” de axivî û bertekên tund nîşanî biryarê da.   

Çavûşûglû li ser pirsên mensûbên madyayê yên derbarê planê Amerîka de bersiv da û got: “Serokê Amerîkayê Trûmp dibêje em sîlehan nadin YPG/PYDê lê belê rêveberîya Amerîka û Pentagon tiştên din dibêjin.”

Çavûşoglû, destnîşan kir ku divê Amerîka aliyê xwe diyar bike û got: “Berya her tiştî ew nikare li ser navê kûalîsyonê daxuyanîyan bidin, lewra di nav vê kûalîsyonê de em jî hene. Divê Amerîka aliyê xwe eşkere bike, bê gelo mitefîkên xwe yan jî rêxistinên terorê tercîh dike? Heger Amerîka rêxistinek terorî tercîh bikê wê çaxê wê helwesta me cuda be. Di serî de emê tedbîrên xwe bigrin. Kî dibe bila bibe çi Amerîka çi jî dewletek din ew me eleqedar nake. Gelek dewletên piştgirîya PKKê dikin heye. Lê belê em çawa bi PKKê re micadele dikin emê wisa li hember YPGê jî micade bikin. Emê li Efrînê jî li rojhelatê Feratê jî û li ku hewce bike emê li wir micadele bikin.”

Çavûşoglû îfade kir ku ev micadela hanê ji bo me mijara man û nemanê ye û heger tehdîdek li hemberî me hebe wezîfa me ewe ku em wê tehdî dê ji holê rakin.

“Dewletên piştgîrîyê didin rêxistinên terorê yên neyarên me bawerîya me bi wan tine ye.

Çavûşoglû, wiha li axaftina xwe zêde kir: “Dwletên tercîhên xwe ji hêla rêxistinên terorê bikin wê helwesta me li gor wan cuda be. Lewra Dewletên piştgîrîyê didin rêxistinên terorê yên neyarên me bawerîya me bi wan tine ye. Em hêvî dikin ev daxûyanîyên hatine kirin daxuyanîyên bi serê xwe bin û van daxuyanîyana wê ne rast be. Kes nikarin li ser navê kûalîsyonê daxuyanîyên wisa bidin û nikarin li gor wê yekê gavan bavêjin. Nexwe heger hin kes bi serê xwe gavan bavêjin wê çaxê wê rageşî derkeve û pêşeroja Sûrye jî wê di bin rîskê de be. Ma qey dixwazin Sûrye dabeş bikin? An yekîtîya axên Sûrye destek dikin? Di vî warî de lazime Amerîka û alame Xerbê dirustir be. Mixabin sozên dane me jî bi cîh nehanî ye. Dema opersyona Raqqayê xelas bû Amerîka yê vira bida ehlê wê û bida Ereban lê belê wisa nebû. Li Munbicê jî wisa nebû. Dewletek sozên xwe neyne cîh, çi bawerî û emînîya meriv wê pê wer e. Di dawî de me di dengdayîna Neteweyên Yekbûyî de jî ew dîtîn. Êdî bi tehdît û lêstokên nigan em nagêjin tu derê. Ji ber vê yekê lazim e Amrîka di vî warî de biryarek eşkere bide. Sibê ezê vê mijarê bi Rex Tîllerson re jî biaxivim.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler