Wezîr Çavuşoglu: FBI bo FETO xebat da destpêkirin

Wezîr Çavuşoglu: FBI bo FETO xebat da destpêkirin

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir FBI derheqê FETO de li 15 parêzgehên Amerîka xebat da destpêkirin û qefaltin dest pê kirine.

Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve di hevdîtinên Bûtçeya Birêveberîya Navendî ya 2019an a di Lijneya Giştî ya TBMMê de derheqê FETO de nirxandinan kir. Çavuşoglu di nirxandina ku kir de destnîşan kir FBI derheqê FETO de li 15 parêzgehên Amerîka xebat da destpêkirin û derbarê wan kesên ku pêwendîya wan bi FETO re hene de qefaltin dest pê kirine.

Çavuşoglu di berdewama axavtina xwe de di bîran xist ku ew îadekirina 84 FETOyîstan ji Amerîka teleb kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me îadekirina 84 kesên FETOyîst bi şikleke fermî ji Amerîka teleb kir û em vê teleba xwe di temamê civînan de tînin rojevê. Trump bi xwe jî diyar kir ‘Ji bo îadekirina serkirdeyê terorîst ê FETO xebatan dikin.’ Niha FBI derheqê FETO de li 15 parêzgehên Amerîka xebat da destpêkirin û derbarê wan kesên ku pêwendîya wan bi FETO re hene de qefaltin dest pê kirine.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.