Wezîr Fakibaba derbarê ‘piştgirîya 300 mihan” de daxuyanî

Wezîr Fakibaba derbarê ‘piştgirîya 300 mihan” de daxuyanî

Ahmet Eşref Fakibabayê WezîrêXurek, Zireat û Ajalvanîyê di civîna Nirxandina Sektora Zireatê ya Çankiriyê de derbarêpiştgirîya 300 mihan de nirxandinan kir.

“Dema ku em temamê mesrefan jê derînin herî nebaş 30 hezar lîre di berîka hilberîner de dimîne”

Fakibaba di daxuyanîya ku da de destnîşan kir bo pêşîya koça ji gundan bê girtin ev proje tên çêkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em ê temamê heywanan li ser baytar zîmmet bikin. Piştî salekê ew ê 300 berxikê 300 mihan çêbibin. Piştî 15 mehan em hisaba hev bikin. Piştgirîya ku me daye wan çi qas be jê derxînin. Dema ku em temamê mesrefan jê derînin herî nebaş 30 hezar lîre di berîka hilberîner de dimîne. Ev proje pir muhîm e. Digel vê proje dê hejmara heywanan zêde bibe.”

 “ Heta ku li gundan pêşveçûn çênebe bajarvanî çênabe”

Wezîr Fakibaba di berdewama axavtina xwe de diyar kir ger birayên me yên cotkar û şivan tunebin em ê birçî bimînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hevalno! Ev meseleyeke millî ye. Bi qasî çekan muhîm e. Di dema aştîyê de pêdivîya me bi çekan tuneye, lê belê her tim pêdivîya me bi xureka bi ewlehî heye. Heta ku li gundan pêşveçûn çênebe bajarvanî çênabe. Hûn mecbûr in ku pêşîya koça ji gund bigrin.”

“Em desteka heywanan nadin  hemû kesî ”

Wezîr Fakibaba di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew ji îthalata giştê sor razî nînin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Em desteka heywanan nadin  hemû kesî. Ew kesên ku em ê destekê bidin wan divê xwedî mêrg û axûrê be, divê vî karî zanibe. Em ê hejmara heywanan zêde bikin û dawî li îthalatê heywanan bînin û dest bi îxracatê bikin.”(ÎLKHA)


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.