Wezîr Işik: Hema hema temamê El- Babê di bin kontrolê de ye

Wezîr Işik: Hema hema temamê El- Babê di bin kontrolê de ye

Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işikdestnîşan kir hema hema temamê El- Babê di bin kontrolê de ye.

 “Hema hema temamê El- Babê di bin kontrolê de ye”

Işik di debrarê rewşa dawî ya El-Babê de ji endamên çapemeniyê re daxuyanî da. Işik di daxuyaniya ku da de di derbarê mijarê de wiha axivî: “Hûn jî dizanin ku gelek zêde çêbû ku em ketine El-Babê, lê em dikarin îro vê yekê bibêjin hema hema temamê El- Babê di bin kontrolê de ye. A niha xebatên lêkolînê didomin. Piştî ku ev xebat xelasbûn re em ê karibin bibêjin temamê El-Babê ji destê DEAŞê hatiye derxistin. Ji vê re zêde wext nema. Îro bi temametî gihaştin navenda El-Babê.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.