Wezîr Kurtulmuş: Ez vê qerara rezîl a Trump bi şidet telîn dikim

Wezîr Kurtulmuş: Ez vê qerara rezîl a Trump bi şidet telîn dikim

Wezîrê Turîzm û Çandê Numan Kurtulmuş derbarê plana şer a ku derbarê Qudsê de ji teref Amerîka ve hat dayîn re bertekên xwe nîşan da û got: “Ez vê qerara rezîl a Trump bi şidet telîn dikim.”

“Ez vê qerara rezîl a Trump bi şidet telîn dikim”

Wezîrê Turîzm û Çandê Numan Kurtulmuş ji qerara Amerîka ya veguhastina sefareta Amerîka li  Qudsê û Qudsê wek paytexta îşxalkerên sîyonîstan îlankirinê re bertek nîşan da û dû re wiha got: “ Ew daxuyanîya bêberpirsîyar a Serokê Amerîka teşebûsa dîsa avêtina agir a Rojhilata Navîn e. Ev yek ji hewildana xilaskirina îqtîdarê ya ji ser xwîn û şer a ku serokekî temamê  kabîneya wî îstîfa kiriye û ew bi xwe jî li hember senatoyê hisab daye ye. Ez bawer im ku Trump bo vê qerara xwe ya bêberpirsîyar hisabê bide xelkê Amerîkayê. Ez vê qerara rezîl a Trump bi şidet telîn dikim.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.