1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Wezîr Yilmaz: Dê di meha tebaxê de tayîn çênebe
Wezîr Yilmaz: Dê di meha tebaxê de tayîn çênebe

Wezîr Yilmaz: Dê di meha tebaxê de tayîn çênebe

ENQERE - Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Îsmet Yılmaz diyar kir ku dê di meha tebaxê de tayîn pêk neyê û got: “Me dest bi tetbîqetek nû kir, dê ji vir pê ve tayîna mamosteyan di meha sibatê de çêbe.”

A+A-

Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Îsmet Yılmaz di Lijneya Giştî ya TBMMê de axivî. Yilmaz diyar kir ku niha îhtiyaca wan bi 67 hezar mamosteyan heye. Ji ber ku li hinek bajaran bi binasiya tendirustî, tayînên mazeretê û tayîna hevseriyê îhtiyacî çêdibe dê zêdetir mamoste werin tayînkirin.

Yilmaz wiha axavtina xwe domand: “Ji ber vî yekê pirsgirêka mamosteyên ku nayên tayînkirin heye. Lê di şûna 67 hezar mamosteyan de em bendewar in ku 100 hezar mamoste werin tayînkirin. Gotina ‘400 hezar mamoste bendewar in’… Divê ku em sererast bibin. Lewra îro di îqtîdarê de em hene sibe hûn in.”

 “Dê di meha tebaxê de tayîn çênebe”

Yilmaz wiha ragihand: “Dê di meha tebaxê de tayîn çênebe. Me dest bi tetbîqetek nû kir. Em 30 hezar mamosteyên ku di meha îlonê de tayîn dikinwan ji pêvajoya adaptasyonê derbas dikin. Di meha îlonê de em dê bi sala perwerdehiyê ya nû re hemî kesan wezîfedar bikin. Dê ji vir pê ve tayîna mamosteyan di meha sibatê de çêbe.” (ÎLKHA)



 

 

Bu haber toplam 810 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.