Xamaney: Dilê me çi qas bixwaze em ê ew qas neftê îxrac bikin

Xamaney: Dilê me çi qas bixwaze em ê ew qas neftê îxrac bikin

Rêberê Şoreşa Îslamê yê Îranê Elî Xamaney derbarê qerara Amerîka ya derbarê ambargoya nefta Îranê de destnîşan kir “Dilê me çi qas bixwaze em ê ew qas neftê îxrac bikin.”

Elî Xamaneyê Rêberê Şoreşa Îslamê yê Îranê li Kullîyeya Îmam Xumeynî ya li Tahranê bi karkerên ku ji çar alîyê welat hatibûn re hevdîtin kir. Xamaney di hevdîtina ku hat kirin de axavtinek kir.

Xamaney di axavtina xwe ya ku kir de derbarê qerara ambargoyê ya Amerîka ya derbarê nefta Îranê de nirxandinan kir.  Xamaney di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir Amerîka dawî li muafîyeta wan 8 welatên ku têkilîya wan a aborî bi Îranê re hebû anî ku ew ê ev yek tu netîcê nexe destê Amerîkayê.

Xamaney di berdewama nirxandina xwe de balan kişand li ser îxracata nefta Îranê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dilê me çi qas bixwaze em ê hew qasî neftê îxrac bikin. Ew zen dikin di warê îxrackirina neftê de temamê rêyan girtine. Lê belê ew xelkê Îranê yê ku çalak e û rayedarên bi tedbîr dê temamên astengîyan li pey xwe bihêlin.”

Xamaney di dawîya axavtina xwe de diyar kir dijmin dixwaze xelkê Îranê teslîm bistîne û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Lê belê ew ê dijmin di vî warî de bi ser nekeve.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler