Xanikêya ku ji zilma PKKê re bûye şahid(2)

Xanikêya ku ji zilma PKKê re bûye şahid(2)

ŞERNEX - Gundê Xanikêya ku bûye şahidê wan qetlîam û cinayetên ku di salên 90î de ji teref PKKê ve li gund û bajêrên Kurdistanê dihatin kirin ji bîr nake.

Qetlîam û cinayetên ku di salên 90î de ji teref PKKê ve li gund û bajêrên Kurdistanê dihatin kirin nayên jibîrkirin. Gundiyên ku di salên 90î de li gundê Xanikêya Hezexê ji qetlîmên ku li gund ji teref PKKê ve hatibûn kirin re bûbûn şahid, zilmên ku li rasta wan hatibûn hêj tînin ziman.

Di xebera ku me berî vê xeberê weşand de me balan kişandibû li ser Eyşe Oza 65 salî û qîza wê ya 8 salî Fatman Oza ku ji teref PKKê ve bi hovane hatibûn qetilkirin.

Di salên 90an de çend Xanikêyî jî hebûn ku bûbûn hedefa berikên PKKê.Yek ji van Abdulxefûr Bal, Huseyîn Demîrel bû.

Huseyîn Demîrelê ku ji ber xebatên xwe yên Îslamî di salên 90an de ji teref PKKê ve çendîn caran hatiye tehdîdkirin  di 19 Tîrmeha 1992an de di êrîşa PKKê de hat qetilkirin ku ew jî Xanikêyî bû. Hat ragihandin diya Huseyînî pir zêde dixwast lawê xwe bizewicîne, lê Huseyîn li ber vê daxwaza diya xwe her tim digot ku ‘Ez ê li cennetê bizewicim.”

Em di dosyaya şehîdên Xanikê de vêcarê jî heyata Huseyîn Demîrelî bidest dixin.Huseyîn Demîrelê ku di sala 1972an de hatibû dinyayê ji ber xebatên xwe yên Îslamî çendîn caran ji teref PKKê ve hatibû tehdîdkirin.Demîrelê ku her çiqas dihat tehdîdkirin bi heman awayî xebatên xwe yên Îslamî jî zêdetir kir.Demîrel bi van xebatên xwe yên Îslamî bû wesîle ku li gund heyata Îslamî bê jiyan.

Demîrel ku piştî demekê li Nisêbînê bi cî bû digel xebatên xwe yên Îslamî yên ku li vê derê kir jî di demeke kurt bû hedefa PKKê.Demîrelê ku bê navber ji teref PKKê ve dihat tehdîdkirin di 29 Tîrmeha 1992an de ji teref PKKê ve di êrîşeke çekdarî de hat qetilkirin.

“Ew ji ber ku hewl dida Îslamê bijî û bide jiyandin hat qetilkirin”

Mehmet Sîraç Talayhanê ku hevalê  Huseyîn Demîrelî bû di derbarê hevalê xwe de diyar kir ew semîmî û mirovekî dirist bû.Talayhan di berdewama axavtina xwe de diyar kir Demîrel piştî ku dawa Îslamê nas kir re hemû tiştê xwe di vê oxirê de feda kir.

Talayhan wan rojan bi vî awayî anî ziman : “Ez û şehîd Huseyîn wexteke dirêj li ba hev man.Em pev re diçûn mizgeftê.Ew dersa Qur’anê dida.Şehîd li gund herî zêde wextê xwe bi xortan re derbas dikir û bi derdê wan derdnak dibû.Ji ber vê yekê jî xort di demeke kurt de gelekî zêde jê hez kirin.Huseyîn heta ji destê wî dihat hewl dida Îslamê teblîx bike û bijî.Birayekî me gelekî mutewazî bû.Ew azeb bû.Di derbarê vê yekê de bûyereke pir xweş heye ku ez wê ji we re bînin ziman.Dê û bavê vî birayê me hebû.Diya wî zêrên xwe firotin û jê re got ‘lawê min ez te bizewicînim.”Şehîd Huseyîn jî li ber daxwaza diya xwe wiha got ‘Tu van zêrên xwe ji bona min nefiroşe, ez ê li cennetê bizewicim înşaallah.’Ev birayê me berî ku bimire mehekî digot ku ‘Ez tu tehmê ji lezzetên vê dinyayê nastînim.Înşaallah ez ê li cennetê bigihijim nîmetên xweştir.”Di dumahiyê de ew tiştê ku arzu dikir pêk hat û şehîd bû.Ew ji ber ku dixwast Îslamê bijî û bide jiyandin hat qetilkirin.”

 “Pêşî heqaret li Îslamê kirin û dû re wî şehîd kirin”

Talayhanê ku roja şehîdiya Huseyînî anî ziman û wiha ragihand: “Ji bona karekî xwe çû Nisêbînê.Elbet kesên PKKyî wî teqîb dikirin.Pêşî li balê ji Îslamê re heqaret kirin û dû re wî şehîd kirin.Şehîd Huseyîn yekî wiha bû ku wextê xwe bi karên vala derbas nedikir.An kitêbek dixwand an bi Qur’anê hemhal dibû an jî nimêj dikir.Rebbê min şehadeta wî qebûl bike.”

Dema ku dîrok 14ê Berfanbera 1992an nîşan dida Abdulxefur Bal jî bû hedefa berikên PKKyiyan.Me heyata Abdulxefûr Balê ku di sûîqesta PKKyiyan de hat şehîdkirin ji naskirîyên wî guhdar kir.

 “Dema ku min xebera şehadeta lawê xwe bihîst ewil tiştê ku min kir hemdkirin bû.”

Xaltiya Zeyneba ku diya Şehîd Abdulxefûr Bal e diyar kir lawê wê di oxira doza pêxemberî de şehîd bûye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hemd  ji Xweda re ku me zarokên xwe bi edeb mezin kir.Rojekî ji tu kes nehat devê deriyê me û ne got zarokên we tiştekî wisa kirine.Berî vê 23 salan wî şehîd kirin.Elbet, dema ku wî şehîd kirin haya min jê nîn bû, lê min tiştinan hîs dikir.Wê şeveqê ez zû hişyar bûm , dilê min nerihet bû.Tu kes jî tiştek nedigot.Piştî çend seatan zilamê min hat malê û got ku Abdulxefûr şehîd kirine.Çawa ku ez pê hisiyam ewil min got ku hemd ji Xweda re .Dû re ji gund û gundên derdorê Misliman hatin mala me.Hemû kes pir li ber diket, tu zirara wî negihaştibû tu kesî.Dû re cenazeya wî anîn gund û defin kirin.Hemd ji Xweda re ku canê xwe di oxira dozeke batil de neda.Ew canê xwe di oxira doza pêxemberî ya ku daweya heq e de feda kir û şehîd bû.”

“ Bes sûcê wan dîndarî bû”

Hasan Balê ku birayê Şehîd Abdulxefûrî bû  diyar kir zextên  PKKê yên li ser gund ji mêj ve hebûn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Sûcê van însanan bes dîndarî bû.Ji ber ku wan serê xwe li ber PKKê netewandin û dev ji doza Îslamê bernadan rasta vê zilmê hatin.Bi rastî jî birayê min û hevalê wî di salên 90î de hatin şehîdkirin.Kekê  min ê şehîd yekî hûrmetkâr, mert û dirist bû.Neheqiyê qet qebûl nedikir. Kêfa wî pir dihat ku ji însanan re alîkarî bike û bi îxtîyacên kesên êxtiyar jî eleqedar dibû.Her tim ji me re digot ku serê xwe li ber zilmê netewînin.Bi zarokan re dilîst.Xort gelekî jê hezdikirin.Rebbê min şehadeta wî qebûl bike.”

Ew ê berdewam bike…(ÎLKHA)



 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.