Xelkê Sûrê ji lijneya HDPê re bertek nîşan da

Xelkê Sûrê ji lijneya HDPê re bertek nîşan da

DİYARBEKİR - Lijneya ku di nav de Wekîlê Serokê Koma Meclîsê yê HDPê Îdrîs Baluken jî hebû xwest li Sûrê bigere lê xelkê Sûrê ji wan re bertek nîşan da.

Li navçeya Sûra Diyarbekirê ya ku lê qismen qedexeya derketina derve hatiye rakirin  lijneya ku di nav de Wekîlê Serokê Koma Meclîsê yê HDPê Îdrîs Baluken, Parlementera Diyarbekirê Nursel Aydogan û Sîbel Alpyîgît jî hebû xwestin li Sûrê ziyaretinan bikin, lê xelkê Sûrê  ji wan re bertek nîşan da û gotin ‘Hûn bi çi rûyî hatin vê derê?”

Xelk ku ji ber mexdûriyetên ku dijiyan û musebbîbê van mexdûriyetan wek HDPê dîtitin ji lijneya HDPê re bertek nîşan da û van tiştan got:‘ Rezîlno hûn ji bona çi hatin vê derê? Bicehimin ji vê derê.Em ji ber wê 6 mehan di kolanan de man.Van deran terk bikin, hûn çi ji me dixwazin, êdî bese xaînno.”

Di dema nîşandana bertekê de polêsan xwest ku xelkê aram bike lê xelk diyar kir ‘Ew   qetilên me ne û em qetilan li vê derê naxwazin.”

Ji ber berteka ku hat nîşandan lijne ji cihê bûyerê dûr bû û berê xwe da sikak û kuçeyan.(ÎLKHA)

 

 



















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.