Xercaneya xwe ya mektebê ji çopan derdixe

Xercaneya xwe ya mektebê ji çopan derdixe

MÊRDÎN - Xwendekarê pola 8emîn ê bi navê Y.A li navçeya Qosera Mêrdînê hewl dide xercana xwe ji çopan derbixe.

Xwendekarê pola 8emîn ê bi navê Y.A li navçeya Qosera Mêrdînê hewl dide xercana xwe ji çopan derbixe û hewl dide debara malbata xwe bike.

Li navçeya Qosera Mêrdînê hemsalên Y.A.  piştî mektebê cil û bergên  paqij li xwe dikin û dersen xwe dişuxulin, lê Y.A.  piştî mektebê heta derengiyên êvarî avêtiyên li ser çopan berhev dike û hewl dide xercanaya xwe ya mektebê derbixe û her wiha hewl dide debara malbata xwe bike. Li navçê hat dîtin hinek zarok jî digel birayên xwe  dixebitin û  hat dîtin hinek zarok ji betilandinê di heman cihî de xewvê çûne ku ev yek jî dilan şewitand.

Y.A. li ser navê temamê zarokên ku vî karî dikin ji ÎLKHAyê re axivî  bang li kesên rayedar kir da ku xwedî li wî û li kesên mîna wî bê derketin û dû re  wiha axivî: “Ez xwendekar im.Ev bû du sal ku ez vî karî dikim.Di nava hefteyê de piştî ku em ji mektebê derdikevin ango di seat 13.00an de dest bi kar dikin û her wiha di dawiya heftiyê de jî em di seat 05.00an de dest bi kar dikin. Em heta seat 22.00-23.00an dixebitin.Em ji ser çopan kaxiz, naylon û demir berhev dikin.”

 “Em bi wan avêtiyên ku wan difiroşin him mesrefên xwe yên mektebê derdixin û him jî feyde didin debara malbata xwe”

Y.A.yê ku ji ser çopan avêtiyan berhev dike diyar kir bavê wî dixebite lê dîsa jî ew zehmetiya debarê dikşînin. Y.A. dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em kiloya wan avêtiyên ku berhev dikin bi 350 kuruşê difiroşin. Di rojekê de 5-10-15 tl pere dikeve destê me. Hemd ji Xwedê re em ji bona ku muxtacî tu kesî nebin û heqê nanê xwe derbixin dixebitin.Em 6 bira ne û digel dê û bavê min em 8 nefs in.Ez bi van pereyan, mesrefên mektebê derdixim û perê ku ji ber mesrefan dimîne jî didim malbata xwe. Di malê de tenê bavê min dixebite. Ji bona ku ez alîkariya wî bikim û ji bo ku em muxtacî tu kesî nebin ez dixebitim.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.