“Xistina dîn a bi kontrola dewletê zirara herî mezin a ku dê ji Îslamê re bê dayîn e”

“Xistina dîn a bi kontrola dewletê zirara herî mezin a ku dê ji Îslamê re bê dayîn e”

Ji teref HUDA PARê ve hat destnîşankirin ew nîqaşa ku ji ser Nûreddîn Yildiztê domandin ji Îslamê û şexsîyetên alim re zirarê dide û hat destnîşankirin “Xistina dîn a bi kontrola dewletê zirara herî mezin a ku dê ji Îslamê re bê dayîn e.”

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derbarê mijarê di rojevê de nirxandinên balkêş hatin kirin.

“Divê musade neyê dayîn ku dîn têkeve bin kontrola dewletê”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijara xistina dîn a bi kontrola dewletê de hat destnîşan kirin ev yek zirara herî mezin a ku dê ji Îslamê re bê dayîn be û dû re derbarê mijarê de wiha hat gotin: “Temamê alimên ku di warê ilmê de ehlê karê xwe ne xwedî maf in ku li ser navê Îslamê biaxivin. Bo vê yekê jî ne hewce ye ku ji meqam û mewqîyekî destûrê bixwazin. Ji Dîyanet û fakulteyên Îlahîyetê re hasrkirina salahîyat û rayeya li ser navê Îslamê xeberdan, ne li gor ehkama Îslamê ye û ev yek xistina dîn a bin kontrola sîyasetê û di destekê de zeftkirin e. Ji ber vê yekê divê musade neyê dayîn ku dîn têkeve bin kontrola dewletê.”

“Li ser wan camîayên Îslamî û şexsîyetên dînî tê ferzkirin ku li gor dewletê fetwa û beyanan bidin”

Di  berdewama daxuyanîyê de derbarê nîqaşên ku ji ser Nûreddîn Yildiz tên kirin de hat destnîşankirin ew nîqaşa ku ji ser Nûreddîn Yildiz  tê domandin ji Îslamê û şexsîyetên alim re zirar dide û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Ew fetwayên ku ji teref Nûreddîn Yildiz ve hatine dayîn di wextên cûda û di mijarên cûda de hatine dayîn û di destê kesan de ye li gor van fetwayan hereket bikin an nekin.  Ev yek hat xistin qeyrana fermî, dînî û siyasî ku ev yek sûî nîyet e. Ev yek li ser wan camîayên Îslamî û şexsîyetên dînî ferz dike ku li gor dewletê fetwa û beyanan bidin. Ne mimkûn e îtîqada Îslamî û ahkama şer’î van tiştan qebûl bike.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.