Xizmên kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane ji ÎLKHAyê re axivîn

Xizmên kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane ji ÎLKHAyê re axivîn

DİYARBEKİR - Xizmên kesên ku di teqîna Gundika Baqewsa navçeya Sûra Diyarbekirê de jiyana xwe ji dest dane ji ber ku cendirme dereng çû ciyê teqînê bertek nîşan dan û destnîşan kirin dê ew wek niştecî bi xwe ewlehiya xwe bigirin.

Xizmên kesên ku di encama înfilaqkirina qamyona bombebarkirî ya li Taxa Sarikamişa girêdayê Gundika Baqewsa navçeya Sûra Diyarbekirê de jiyana xwe ji dest dane di derbarê teqînê de ji ÎLKHAyê re axavtin kirin.

Ji bo kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest danbûn re li Gundê Herbecinê teziye hat danîn. Di teziyê de nişteciyên gund destnîşan kirin ku 17 kes jiyana xwe ji dest dane.  

Osman Daghanê ku teqînê de 17 kurrmamên xwe ji dest daye destnîşan kir ku kurrmamên wî pêşiya mirina gelek însanan girtine.

Daghan wiha axivî: “Heke ev bombe li nav bajêr biteqiya dê bi sedan kes jiyana xwe ji dest bidabana. Teqîn di 22.30an de qewimî. Qamyona bê pileqe têket nav gund û piştî ku ev qamyon kurrmamên min nerehet dike gengeşe çêdibe. Ji ber ku gengeşe mezin de kurrmamên min qamyonê teqîb dikin. Piştî ku ji bo teqîbê diçin dibînin ku qamyon li ser rê bê xwedî ye. Li ser vî yekê kurrmamên min diçin nêzê qamyonê dibin û qemyon tê înfilaqkirin. Di encama înfilaqê de min 17 xizmên xwe ji dest da. Şewatekê gelek mezin e. Xweda sebir bide.”

“Em nizanin 13 kes li kû ne û çawa mirine”

Daghan diyar kir ku li ciyê teqînê li pey uzvên kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane. Dûvre Dagan wiha pê de çû: “Me bi xwe uzvên xizmên xwe berhev kir. Me tu alîkariya dewletê nedît. Me di ciyê teqînê de ne polês ne jî leşker nedît. Me bi xwe birîndarên xwe birin nexweşxanê. Cendirme di derdora 05.00an de hat ciyê teqînê. Em di derbarê vîî yekê de bihêrs in. 17 miriyê me hene. Mi ji 4 cesedên ku hatin dîtin yekê wî defin kir. Yên din hêj jî di mirîxanê de ne. 13 miriyê me jî perçe perçe bûne. Em nizanin ku li kû ne û çawa mirine.”

Daghan belav kir ku aramî dixwazin. Dûvre wiha axavtina xwe domand: “Em li vir hizûr û aramî dixwazin. Em însanê vî herêmê ne û em bes hizûr dixwazin. Bila êdî ev yek were çareserkirin. Bila êdî tu kes nemire.”

Ji gundiyan Şeyhmus Daghan diyar kir ku kurrmamên wî ji ber ku guman kirine ev qamyona diziyê ya heywanan e wê teqîb kirine.

Dûvre Dagan wiha pê de çû: “Qamyonekê ya ku pileqeya wê ne diyar e li derdora mala kurmamê min dizivire. Piştî ku 2-3 car tur diavêje kurmamê min dibêje ‘Hûn kîne? Hûn li vir çi dikin?’ Ev çek dirêjê kurrmamê min dikin. Dibêjin ; ‘Têkeve hûndir nexwe dê em mejiyê te birêjin.’ Dûvre kurrmamê min gazî bira û biraziyên xwe dike. Li ser vî yekê qamyon direve. Kurrmamên min ji dibêjin qey ev ji bo diziya heywanan hatine û wan teqîb dikin. Li ber çem beriya qamyonê digirin û teqîn çêdibe. Hemî xizmên min ên di nav 4 wesayîtan de dimirin.”

“Gelo hakim, walî, dozger û qeymeqamê dewletê tune”

Dagan destnîşan kir ku cendirme neçûye ciyê teqînê û dûvre Dagan wiha pê de çû: “Em dipirsin û dibêjin çapemenî, rêvebir, mirovahî li kû ne? Dewlet heke dewleta min e kanê li kûye? Ev tirs ji bo çiye? Gelo hakim, walî, dozger û qeymeqamê dewletê tune? Heke li vir mirîşk bihatiba şerjîkirin dê heywanhezan bertek nîşan bidana. Lê însan dimirin ji tu kesî deng dernkeve. Xwedî li vî mirovahiyê biqele. Di derdora 22.30an de teqîn çêdibe. Lê di derdora 03.00an de dewlet tê vir. Gelo ev normal e? Ev dewlet e? Ev teslîm bûne. Nexwe dê jê berdin herin. Em hemî çek bigirin û xwe biparêzin. Heke rastî jî dewlet nikare min biparêze ez dikarim xwe biparêzim.”

Navên kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane wiha hat rêzkirin:

Orhan Yakar, Seyîthan Yakar, Temîr Yakar, Mustafa Yakar, Mehmet Yakar, Remzî Yaman, Ugur Yaman, Tevfîk Yaman, Ahmet Yaman, Alî Yaman, Davut Yaman, Remzî Yaman, Salîh Yaman, Tahîr Yaman, Hasan Aşrak û Emrullah Yeşîl.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.